Di merasîma rojbûna Hz. Mihemed de hêviya aştiyê ji bo Sûriyeyê

Fermandariya Giştî ya Ceyş El-Siwar û rûspiyên êlên herêma Minbicê rojbûna Hz. Mihemed bi merasîmekê pîroz kir û hêviya aştiyê ji hemû Sûriyeyê re xwest.

Di merasîma rojbûna Hz. Mihemed de hêviya aştiyê ji bo Sûriyeyê
Di merasîma rojbûna Hz. Mihemed de hêviya aştiyê ji bo Sûriyeyê
Di merasîma rojbûna Hz. Mihemed de hêviya aştiyê ji bo Sûriyeyê
Di merasîma rojbûna Hz. Mihemed de hêviya aştiyê ji bo Sûriyeyê
Di merasîma rojbûna Hz. Mihemed de hêviya aştiyê ji bo Sûriyeyê
21 mijdar, 2018   08:06

MINBIC

Fermandariya Giştî ya Ceyş El-Siwar şevê din rojbûna Hz. Mihemed bi şevbêrkeke olî pîroz kir. Şevbêrk li navenda Fermandariya Giştî ya Ceyş El-Siwar a bajarê Minbicê hate lidarxistin.

Fermandarên hêza Ceyş El-Siwar, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û rûspiyên êlên herêmê beşdarî şevbêrkê bûn. Di şevbêrkê de qewlên olî hatin gotin.

Di şevbêrkê de cîgirê fermandarê giştî yê Ceyş El-Siwar Ehmed El-Sultan ê bi navê Ebû Erac tê naskirin, got ew rojbûna Hz. Mihemed pêxember pîroz dikin û hêviya aştî û aramiyê ji hemû Sûriyeyê re xwest.

Civakên misilman her sal rojbûna Hz. Mihemed 12`ê Rebî El-Ewel (hicrî) pîroz dikin.

(bx)

ANHA