Rastî tundiyê hat û teslîmkar nebû û niha li dijî tundiyê têdikoşe

Ji ber ziniyeta baviksalariyê ku desthilatdariya civakê dike, di temenekî biçûk de hate zewicandin û zû jinebî bû, lê bi îradeya xwe ti carî teslîmkarî qebûl nekir û niha li dijî tundiya li ser jinan têdikoşe.

Rastî tundiyê hat û teslîmkar nebû û niha li dijî tundiyê têdikoşe
21 mijdar, 2018   07:51

TOLÎN HESEN

Di encama zihniyeta baviksariyê ku desthilatdariya civakan dike gelek jin bi şêwazên cûda rastî tndiyê hatin. Dayîka bi navê Hêvîn Hesen a 29 salî ji welatiyên gundê Dumilya ya navçeya Mabeta ya Efrînê ye. Hêvîn ji ber ku birayekî wê beşdarî nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûye ji aliyê rêjîma Baasê ve ji dibistanê hate avêtin. Hêvîn di 15 saliya xwe de ji aliyê bavê xwe ve bi kurxaltîka xwe yê 21 salî re hate zewicandin. Hêvîn der barê zewicandina xwe de wiha dibêje: “Bavê min ji min re got ku eger tu sax bî tu yê vî kesî ye û eger tu razî nebe cihê te binax e.”

Hêvîn piştî salekê ji zewaca wê zarokeke wê çêbû û danûstandina hevjînê wê pêre gelekî xirab bû û wiha got: “Hevserê min nedihişt ez derbikevin derve û bi ti kesî re biaxivim. Piştî du salan zarokekî min ê din çêbû û piştre hevserê min zordariya xwe li ser min zêde kir. Ji ber lêdanê ez gelek caran rakirim nexweşxaneyê. Em di rewşeke gelekî xizan de bûn. Ez neçar mam di nava zeviyên çandiniyê de bixebitim da ku ez karibin zarokên xwe xwedî bikim.”

Piştî demekê gulçikên hevserê wê têk çûn û dubare li nexweşxaneyê gulçikên xwe dişuştin û tevî vê rewşa xirab zarokê wê yê duyemîn jî diyar bû ku nabîne û nikare biaxive û wiha domand: “Ji bo dermankirina hevserê û zarokê min em du salan li ser riya nexweşxaneyên bajarê Helebê dihatin û diçûn. Zarokê min nikaribû bimeşe jî û bijîşkan ji min re gotin ku îlaca zarokê min tune ye û dê giştî jiyana xwe wisa be. Piştre zarokê min ê sêyemîn jî çêbû.”

Hêvîn serpêhatiya xwe domand û got ku hevserê wê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da ji ber ku nikaribûn dermanan peyda bikin û berpirsyariya xwedîkirina hersê zarokên xwe tenê li ser milên wê bû û wiha anî ziman: “Ez di nava zeviyên çandiniyê de dixebitîm piştre Desteya Çandiniyê karek ji min re peyda kir û piştre min nas kir ku hêza min têrê dike ku ez bi îradeya xwe azad jiyan bikim. Min berê xwe da Kongra Star a taxa Eşrefiyê yê bajarê Efrînê û min ji wan xwest ku ez di nava xebatên Kongra Star de cih bigirim. Piştre ez weke hevseroka komîna devera xwe ya taxê hatim hilbijartin.”

Hêvîn got ku piştre ew beşdarî perwerdeyên Kongra Star bû û wiha domand: “Karê min ê sereke ew e ku ez hişmendiya dayîk û jinên ciwan der barê zewaca di temenên bi çûk de pêş bixînim. Di vê xebatê de jî Kongra Star gelekî bi min re dibû alîkar.”

Hêvîn got ku piştî êrîşa artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî Efrînê ew weke endamên komînan di hemû aliyan de seferber bûn û di dema berxwedana Serdemê ya Efrînê de pêwîstiyên welatiyan peyda dikirin.

Hêvîn Hesen got ku piştî ku artêşa Tirk hovîtiya xwe li dijî welatiyan zêde kir ew neçar ma zarokên xwe ji Efrînê ber bi herêma Şehba ve derbixîne û ew li ser piyan bi zarokên xwe re ber bi Şehba ve derket.

Hêvîn li rex zarokên xwe di kampa Berxwedan de cih girt û di kampê de jî hêjî xebatên xwe yên pêşxistina hişmendiya jinan bi hevkariya Kongra Star didomîne û wiha da zanîn: “Kongra Star hişt ku ez rastiya xwe weke jin nas bikim  û ez cihê xwe di berxwedana li dijî tundiya li ser jinan de bigirim.”

ANHA