HPG`ê têkildarî êrîşên hewayî daxuyaniyeke nivîskî weşand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li  herêma Qendîl û Avaşîn yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

HPG`ê têkildarî êrîşên hewayî daxuyaniyeke nivîskî weşand
20 mijdar, 2018   12:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî par ve kir; “Roja 19’ê Mijdarê  balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker di navbera seat 13:00’an û 13:30’an de bombe li derdora Gundê Sîlê yê herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Di bombebaranê de li  bax û baxçeyên gundiyan zirarek mezin çêbû.

Heman rojê balafirên şer di navbera seat 12:20 û 13:30’an de bombe li herêma Dola Şîvê ya herêma Avaşînê barand. Di bombebaranê de rêhevalên me Siyabend û Firat şehîd bûn. Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.”