'Divê jin li her derê azad bin'

Kongreya Star bi hevkariya Rêxistina Sara di nava rêzeçalakiyên ji bo 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan de, meşek bi tevlêbûna bi sedan jinên herêma Firatê li dar xist.

'Divê jin li her derê azad bin'
'Divê jin li her derê azad bin'
'Divê jin li her derê azad bin'
'Divê jin li her derê azad bin'
'Divê jin li her derê azad bin'
'Divê jin li her derê azad bin'
'Divê jin li her derê azad bin'
'Divê jin li her derê azad bin'
'Divê jin li her derê azad bin'
20 mijdar, 2018   11:58

KOBANÊ

Bi dirûşmeya "Dest bi dest rizgar bikin jina bindest” Kongreya Star di nav rêzeçalakiyên bi boneya 25`ê Mijdarê de meşek li Kobanê li dar xist. Bi sedan jinên herêma Firatê, Hêzên Parastina Civakî-Jin, YPJ, HAT-Jin û Asayîşa Jin tev li meşê bûn.

Di meşê de alên YPJ, Asayîşa Jin û pankartên bi nivîsaên "Sonda me ye em pergala Îmraliyê bişikînin û bi rêber Apo re azad bijîn”, “Werin em bi vîna jina azad dagirkeriyê hilweşînin”, “Dest bi dest rêzgar bikin jina blindest” , “25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan e” û her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên YPJ`ê Arîn Mîrkan, Sarya Ozgur û Roza Rênas hatin rakirin.

Meşê ji Qada Aştiyê dest pê kir heta Qada Jina Azad berdewam kir. Di meşê de jinên herêma Firatê dirûşmeyên "Jin jiyan azadî, bê serok jiyan nabe, qatil Erdogan” berz kirin.

Meş li qada Jina Azad veguherî mîtîngê. Li wir endama Koordînasyona Kongreya Star Sara Xelîl diyar kir ku jinan bi deng û rengê xwe bersiva hemû pirsan û dagirkeriyê da û got jin li ku derê bin bila bibin, divê azad bin.

Di berdewama axaftina xwe de Sara wiha got: "Em her jinek berpirsyarên azadiya Rêber Apo ne. Çalakiyên me ji bo azadkirina Rêber Apo didomin.”

Piştre, yek rêveberên Kongreya Star a Sirînê Hele Mihemed diyar kir ku çanda baviksalar dixwaze her tim jinê bixin bin serweriya xwe û wiha dewam kir: “Bi fikra Rêber Apo jin hêdî hêdî azad bûn. Em wek jinên Sirînê soz didin em ê hemû jinên bindest azad bikin."

Mîtîng bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî” û “Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(şm-sn/kc)

ANHA