Hikumeta Hadî dê beşdarî diyalogên aştiyê bibe

Hikumeta Ebid Rebû Mensûr Hadî ya Yemenê, diyar kir ku dê beşdarî diyalogên aştiyê li Siwêdê bibe. Her wiha koma Ensarellah El-Hûsî projeya biryara Brîtanyayê ku banga lihevkirinê di navbera her du aliyan de dike, red kir û got ew hêviyên wan pêk nayne.

Hikumeta Hadî dê beşdarî diyalogên aştiyê bibe
20 mijdar, 2018   11:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Ebid Rebû Mensûr Hadî ya Yemenê ku alîkariya xwe ji Erebistana Siûdî werdigire, destnîşan kir ku ew ê beşdarî diyalogên aştiyê bibin ku bi sponseriya Neteweyên Yekbûyê (NY) li Siwêdê tên lidarxistin. Ji sala 2016’an ve tu diyalog nehatine çêkirin û ji wê demê heta niha ev cara yekemîn e ku dê diyalog pêk bên.

Nîqaşên ku dê werin kirin, yekemîn lihevkirina fermî ji destpêka diyalogên di navbera aliyên Yemenê de li Kiwêtê ji sala 2016`an ve.

Projeya biryara der barê Yemenê de li Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî beriya demekê ku Brîtanyayê ragihand, hate pêşkêşkirin. Di biryarê de banga agirbestê li Yemenê di nava du hefteyan de hate kirin û derfet bidin ku alîkarî derbasî welat bibin.

Tê payîn ku Meclisa Ewlehiyê nîqaşên projeya biryarê îro berdewam bike lê dibe ku heta piştî "Eyd El-Şukur" dengdayîn li ser neyê kirin.

Kanala CNN kopiyek li ser projeya biryarê ku tê de NY`yê bi awayekî yekser koalîsyona bi serkêşiya Erebistana Siûdî rexne nake, diyar kir.

Di projeyê de agirbesta ku li bajarê El-Hudeyda hate ragihandin, hate qebûlkirin û bang li Hûsiyan hate kirin ku însiyatîfekê ji bo rêgirtina li pêşiya karesatên mirovî pêk bîne.

Di wesîqetê de êrîşên Hûsiyan li dijî Erebistana Siûdî, Dewletên Yekbûyî yên Ereban û kesên ku çekan didin Hûsiyan bêyî ku bi awayekî yekser Îranê diyar bikin, hatin şermezarkirin.

Koma Ensarellah El-Hûsî di demeke berê de ragihandibû ku dê êrîşên bi moşekan û balafirên keşfê li ser navendên Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Siûdiyê, bisekinînin.

Mihemed Elî El-Hûsî serokê "Komîteya Bilind a Şoreşger" roja Duşemê bi daxuyaniyekê diyar kir ku heke gelê Yemenê bi rastî aştiyê dixwaze, ew amade ne operasyonên leşkerî li ser hemû eniyan ji bo aştiyê bisekinînin.

Erebistana Siûdî piştî 3 salan ji şerên li Yemenê rastî zextan tê ku sînorekî ji îşkenceya li Yemenê re daye.

(bx)