Parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan
20 mijdar, 2018   11:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Sînan Zîncîr ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin danê sibehê serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve 764 car in serlêdana parêzeran bi hincetên cuda tê redkirin.