Li Minbicê ji ber teqîna mayînê endamekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn şehîd bû

Ji rêveberên Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê Setûf El-Hemed got, di encama teqîna mayînekê li bajarê Minbicê endamekî wan şehîd bû û yek jî birîndar bû.

Li Minbicê ji ber teqîna mayînê endamekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn şehîd bû
Li Minbicê ji ber teqîna mayînê endamekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn şehîd bû
20 mijdar, 2018   10:07

MINBIC

Îro saet 90:00`an mayînek ku li kolana 30 a taxa El-Keçlî ya bajarê Minbicê hatibû bicihkirin, teqiya.

Têkildarî mijarê ji rêveberên Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Minbicê Setûf El-Hemed ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku hêzên agahî girtin ku mayînek li wê kolanê(li kolana 30 a taxa El-Keçlî) hatiye bi cihkirin, hêzên wan yekser berê xwe dan cihê bûyerê û eşkere ku dema ku hêzên wan gihîştin cihê mayînê, mayîn ji dûrve hate teqandin.

El-Hemed destnîşan kir ku di encama teqîna mayînê de yek ji endamên wan şehîd bû û yek jî birîndar bû. Her wiha El-Hemed teqez kir ku ewê heta dawiyê û heta pêkanîna ewlehiyê li herêmê şopdarên rêya şehîdan bin.

Gelek alî hewl didin ku aramî û ewlehiya bajarê Minbicê tevlî hev bikin û di serê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ku bi hemû şêwazan hewl didin tevlîhviyê di navbera pêkhateyên bajêr de derxînin da ku projeyên xwe yên dagirkeriyê pêk bînin.

(bx)

ANHA