Lêkolîner: Fikrên Ocalan bûne mijarên lêkolînên ronakbîran

Lêkolîner û hevserokê Beşa Lêkolînên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê li Zanîngeha Shaanxi Normal University li Çînê Sîvan Saîd got projeya neteweya demokrarîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, li hemû cîhanê belav bûye û gelek lêkolîner lîkolînên xwe li ser vê mijarê çêdikin.

Lêkolîner: Fikrên Ocalan bûne mijarên lêkolînên ronakbîran
20 mijdar, 2018   10:03

LEZGÎN ÎBRAHÎM / BEYRÛT

Li rex ‘Kongreya krîza şaristaniyê û rêya ber bi modernîteya demokratîk ve li Rojhilata Navîn’ ku 17`ê Mijdarê li Beyrûtê hate liderxistin, lêkolîner û hevserokê Beşa Lêkolînan ê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê li Zanîngeha Shaanxi Normal University li Çînê Sîvan Saîd ku tev li kongreyê bû, ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Sîvan Saîd kêfxweşiya diyar kir ku ew beşdarî kongreyê bûye, her wiha diyar kir ku gelek akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar ji hemû Rojhilata Navîn ji bo nîqaşkirin û lêkolîna li ser çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn beşdarî kongreyê bûne.

Di kongreyê de hate tekezkirin ku civak dikare hemû sînorên siyasî yên erdnîgariyê ku ji aliyê dewletan ve hatine danîn, derbas bike.

Sîvan Saîd diyar kir ku bi tevlêbûna wî ji kongreyê re bi awayekî kûrtir rastiya gelên herêmê bi rêya projeya neteweya demokratîk ku ji fikr û felsefeya Ocalan hatiye avakirin, nas kir. Her wiha diyar kir ku hemû gelên herêmê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe lêkolîn dikin û ev yek jî di nêrînên Rêberê Gelê Kurd Ocalan de dîtin.

Sîvan der barê lidarxistina kongreyên bi vî awayî de ji bo hemû gel û civakên lêkolîner û çareserkirina pirsgirêkên wê, girîngiya kongreyên bi vî awayî ku civak dikare sînorên erdnîgarî yên siyasî ku ji aliyê dewletan ve hatine danîn da ku wan bifetisîne, derbas bikin. Her wiha diyar kir ku civak dikarin pirsgirêkên xwe bi xwe dûrî xwestekên rêveberî, desthilatdarî û dewletên desthilatdar nîqaş bikin û bi pêşxistina civakê heta vê astê ji zanebûnê diyar e ku herêm ber bi guhertinan ve diçe. Her çi qas projeya nû di nava civakan de pêk were, desthilatdariya dewletê jî kêm dibe.

Sîvan Saîd têkildarî nîqaşên ku li ser projeya neteweya demokraîk di kongreyê de hatin kirin, diyar kir ku projeyên nû yên bi vî awayî dikarin pirsgirêkên herêmê di vê demê de çareser bikin û wiha pê de çû: "Ji ber ku hemû cîhan lêkolînan li ser alternatîfa netewedewletê dike ku ji beriya sed salî bandora wê bi dawî bûye. Îro jî hemû hêz dixwazin projeyekê li gorî nêrîn û berjewendiyên xwe bibînin bêyî ku guh bidin encamên projeyên wan ku dê ji bo gelan xeternak be. Wekî ku çawa netewedewlet û olan gelek komkujî û qirkirin pêk anîn. Di dawiyê de ew proje têk çûn, ji ber ku nikaribû aştî û hevsengiyê li herêmê pêk bînin.”

Sîvan Saîd destnîşan kir ku pêkanîna projeyên bi vî awayî divê bi awayekî hesas pêk werin, pêwîstiya wan bi stratejiyê heye da ku bi netewedewlet û desthilatdarê re li hev nekeve, ji ber ku heta niha dewlet ji bo parastina xwe şer dikin, ji ber wê jî mînaka nû divê bi yên kevn re li hev nekeve. Divê kar û xebat bi awayekî zêdetir werin kirin da ku rola netewedewletê bi rêya firehkirina bingeha projeya nû di nava civakê de kêm bibe.

Her çi qas bingeha civakî ya projeya nû fireh bibe, dê bi awayekî otomatîk rola dewletên kevn jî kêm bibe, bi vî awayî heta ku bigihîjin astekê ku her kes bigihîje wê baweriyê ku tu pêwîstî bi hebûna dewletê tune ye. Ji ber ku civak dikare xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe, zîhniyeta netewedewletên desthilatdar di navbera gelan de qebûl nakin.

Saîd di axaftina xwe de diyar kir ku kongreyên bi vî awayî ji zanebûna civakê, pênasekirina rastiya projeya nû û girêdanên wê bi nirxên mirovî û exlaqî ve dûrî nakokiyên neteweyî û olî tê lidarxistin.

Gelek ronakbîr li tevahiya cîhanê fikrên Ocalan lêkolîn dikin

Sîvan Saîd der barê projeye neteweya demokratîk de ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, destnîşan kir ku gelek lêkolîner û ronakbîr li tevahî cîhanê lêkolînan li ser neteweya demokratîk dikin, di zanîngeh û akademiyên Çîn û Japonyayê de di semînerên wan de têne nîqaşkirin û lêkolînên xwe li ser pêk tînin. Sîvan diyar kir ku gelek lêkolîner û ronakbîr lêkolînan li ser fikrên Rêber Ocalan dikin, ji wan profesorê ji Çînê Lî Bînconek ku gelek lêkolînên wî li ser gelê Kurd hene.

Sîvan Saîd destnîşan kir ku li Rojava û Amerîkayê projeya konfederaliya demokrtîk û projeya Rêber Ocalan tê xwendin, lê ji ber desthilatdariya sîstema desthilatdar bi awayekî mezin li ser Rojava, ji ber wê derfet nadin ku ew proje bi awayekî fermî were nîqaşkirin, ji ber wê ji projeya demokratîk li ser berjewendiyên xwe yên desthilatdar ditirsin.  Tişta ku dilê mirovan rehet dike ew e ku projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn pêk tê.

Saîd destnîşan kir ku tevî kêmasî û şaşiyên di pêkanîna projeyê de lê ev yek li pêşiya pêkanîna wê û belavbûna wê li Rojhilata Navîn nebû asteng û wiha got: "Dema ku mirov guhertinê li ser esasê fikr û felsefeya nû pêk bîne dê mirov rastî astengî û şaşiyan were. Lê divê mirov li wê derê nesekine û li hêviyê be heta ku pêk were. Divê di aliyê pratîk de jî pêk were. Her çi qas mirov li beramberî zehmetiyan bisekine pêwîst e şaşî werin sererastkirin bi vî awayî heta ku hemû astengî û zehmetî ji holê rabin."

Di dawiyê de lêkolîner Sîvan Saîd got êdî dem hatiye ku rêya dîrokê were sererastkirin, gelê Kurd bi sêrkêşiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û tevgera azadiya Kurdistanê ala guhertinê rakirine. Sîvan di dawiyê de got ji ber koka wî Kurd e, ew bi vê yekê serbilind e, kêfxweş e ku tev li kongreyên ku li Rojava têne lidarxistin dibe û armanca wan ku ev yek di nava hemû gelên herêmê de belav bibe.

(bx)

ANHA