DMME'yê xwest Demîrtaş bê berdan

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku divê Selahattîn Demîrtaş were berdan.

DMME'yê xwest Demîrtaş bê berdan
20 mijdar, 2018   10:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya li ser hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê dîl hatiye girtin eşkere kir. Di daxuyaniya nivîskî ya DMME'yê de hikumeta Tirk mehkûm kir û ji bo berdana Demîrtaş xwest, hemû derfetên dewletê bên bikaranîn.

Demîrtaş, ji bo li dadgeheke adîl û wekhev a li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê di demeke maqûl de bê darizandin, ji ber binpêkirina xalên li ser azadiya fikir, ewlekariya jiyanê, mafên hilbijartineke serbest û bê alî, giliyê hikumeta Tirk kiribû.