Xelatên Mîhrîcana Fîlman a Kobanê hatin dayîn

Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî piştî xelatdayînê û şûnde bi dawî bû.

Xelatên Mîhrîcana Fîlman a Kobanê hatin dayîn
Xelatên Mîhrîcana Fîlman a Kobanê hatin dayîn
Xelatên Mîhrîcana Fîlman a Kobanê hatin dayîn
Xelatên Mîhrîcana Fîlman a Kobanê hatin dayîn
19 mijdar, 2018   18:10

KOBANÊ

Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî di roja heftemîn de bi merasîmê xelatê bi dawî bû.

Çalakiyên Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî 13‘ê Mijdarê bi boneya salvegara 58'an a Komkujiya Amûdê ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve hatibû organîzekirin. Çalakiyên Mîhrîcanê li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê hat lidarxistin.

Mîhîrecan jî 80 fîlm ku di nava 400 filmên ku ji dewletên cîhanê ji komîteyê re hatine şandin pêk hat.

Hêjaya bi bîrxistinê ku hikûmeta PDK‘ê destur neda endamên komîteya tehkîmê da ku derbasî  Bakurê Sûriyê bibe. Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê û endama Komîna Fîlm a Rojava Safînaz Evdikê diyar kir ku endamên komîteya tehkîmê ji beriya hefteyekê hewl dide derbasî Bakurê Sûriyê bibe da ku beşdarî mîhrîcanê bibe lê hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê rê nede.

Safînaz Evdikê anî ziman ku xelatên mîhrîcanê bêyî beşdarbûna komîteya tehkîmê yên endamên xwe ji welatên cîhanê mîna Meksîk, Brazîl, Pîro û Tirkiyê ne dan 3 derhênervanan.

Navê fîlmên ku hêjayî xelatê hatî dîtin wiha ne:

Beşê fîlêm karton: Fîlmê  "Agong "ku derhênerê wê Leyla Tobparak e.

Beşê belgefîlm: Fîlmê "Afrînerên Hêviyê "yê derhêner Mihyedîn Erselan.

Fîlmê sînema: Fîlmê "Bêdengiya kesekî din" derhêner Modela Caradivo.

Fîlm dê kampên Eyn Îsayê, Şehba li Bakurê Sûriyê û li Wargeha Mexmûr a li Başûrê Kurdistanê werin pêşandan.

ANHA