Çapemeniya Kurdî ji bo jinan ekranên xwe reş kirin

Kenalên televîzyonên Kurd ku şopdarên kevneşopiya çapemeniya azad e li dijî şîdeta li jinê ekranên televîzyonan deqeyekê reş kirin.

Çapemeniya Kurdî ji bo jinan ekranên xwe reş kirin
19 mijdar, 2018   17:07

NAVENDA NÛÇEYAN 

Stêrk TV, Medya Haber TV, Jin TV, Aryen TV, Çira TV û Ronahî TV  roja Dûşemê (îro) saet di 17:00’an de ekranên xwe deqeyekê reş kirin.

Diyar bû kenalên televîzyona Kurdî ji ber “25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Şîdeta li Jinê’ ev çalakî pêk anîne.