Nexweşxaneyên taybet keysbaziyê dikin

Di demên dawîn de hin nexweşxaneyên taybet ji erka xwe ya mirovî dûr ketine û li pey qezencên madî ketine. Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku ew ê lîsteyekê diyar bike û li navendên tenduristiyê belav bike.

Nexweşxaneyên taybet keysbaziyê dikin
Nexweşxaneyên taybet keysbaziyê dikin
Nexweşxaneyên taybet keysbaziyê dikin
Nexweşxaneyên taybet keysbaziyê dikin
19 mijdar, 2018   13:32

MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Bi pêvajoya aloziya Sûriyeyê re ku di Adara 2011‘an de dest pê kir, hin kesan xwest ji vê yekê sûdê wergirin û bi çarenûsa gel dilîzin. Ev yek herî zêde li gel bazirganan derket pêş. Kantona Qamişlo yek ji wan herêman e ku tevgera bazirganî û keysbazî lê pir e. Di demên dawîn de jî keysbazî di beşa tenduristiyê de bi pêş ket ku wek beşeke mirovî tê hesibandin.

Nexweşxaneyên taybet ên kantona Qamişlo ji xeta xwe ya karê mirovî derketin û qezencên madî esas digirin. Lê yê xisarê ji vê yekê dibîne gel e. Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê hewl dide rê li ber vê diyardeyê bigire.

Li Nexweşxaneya Nûr kirêyên ji hedê xwe zêde

Nexweşxaneya Nûr yek ji nexweşxaneyên taybet ên kantona Qamişlo ye ku ji ber hemû alav û beşên tenduristiyê lê peyda dibin, keysbaziyê dike. Li ser vê yekê şêniyên kantonê bang li aliyên têkildar kir ku pêşî li keysbaziyê bigirin û rewşa madî ya welatiyan di ber çavan re derbas bikin û buhayê dermankirinê diyar bikin. Bi taybet li Nexweşxaneya Nûr ku mayîna şevekê li nexweşxaneyê ji 100 heya 150 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

Wek ajansa ANHA‘yê me serî li Nexweşxaneya Nûr da û me rewşa li wir şopand. Diyar bû ku kirêya odeya kontrolkirina pir bilind e û lîsteya kirêya dermankirinê li deriyên odeyên nexweşxaneyê hatine daliqandin. Li gorî lîsteyê rojek li odeya kontrolkirinê ji 100 heya 150 hezar lîreyên Sûriyeyê ye, ev jî ji bilî heqdestê bijîşkan e.

Berpirsyarê nexweşxaneyê: Kirêya me ne zêde ye

Rêveberê Nexweşxaneya Nûr nexwest derkeve pêşberî kamerayê. Sedema vê yekê jî spart ku alavên li nexweşxayê li nexweşxaneyên din ên kantonê tüne ne û bacên ku nexweşxane dide zêde ne. Rêveberê nexweşxaneyê got kirêya nexweşxaneyê ne zêde ye, ji ber ku hemû alav lê hene.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Ebîr Hesaf diyar kir ku wan nexweşxane li ser vê yekê agahdar kirine û li gorî buhayê ku desteyê diyar kirine tev bigerin. Ebîr Hesaf banga pêkanîna biryarê li desteyê kir û wiha got: "Me îro civînek bi Yekitiya Bijîşkan re çêkir. Em gihîştin biryareke dawîn da ku pirsgirêka buhabûna kirêya nexweşxaneyê çareser bikin û buhayê wê diyar bikin. Yên ku li gorî van biryaran tev negerin, der heqê wan de dê tedbîrên qanûnî werin girtin."

ANHA