Ciwanên Şoreşger: Em ê li hember dagirkeriyê bibin mertalên zindî

Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê yên navçeya Eyn Îsa diyar kir ku ew êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakurê Sûriyeyê red dikin û destnîşan kir ku dê li hember dagirkeriyê bibin mertalên zindî.

Ciwanên Şoreşger: Em ê li hember dagirkeriyê bibin mertalên zindî
19 mijdar, 2018   12:54

GIRÊ SPÎ

Navenda Ciwanên Şoreger a Sûriyeyê ya navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî daxuyaniyek der barê şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê li ser Bakurê Sûriyeyê de ji raya giştî re da. Daxuyaniya ku ji aliyê rêvebera Navenda Ciwanan Zehra Mihemed ve hate xwendin, wiha ye:

"Em wek Ciwanên Şoreşger a navçeya Eyn Îsa êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakurê Sûriyeyê bi tundî û bi her awayî red dikin. Êrîşên dagirkeriya Tirk tu carî ji me re nabin metirsî, lê li beramberî wê hêz û israra me ya berxwedanê zêdetir dibe.

Bila her kes bizane em şermezar nakin, berovajî wê bi qîrîneke şoreşgerî em ê li hember hemû êrîşên li dijî gelê Bakurê Sûriyeyê bisekinin.

Bila Erdoganê kujer û kesên destekê didinê bizanin; heger bê xwestin em ê bibin mertalên zindî. Her wiha ger pêwîst bibe em ê bibin bombeyek û di hundirê wan de biteqin.

Em wek ciwanên şoreşger siyasetên der heqê rêveberên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de qebûl nakin û em ê li dijî van siyasetan bisekinin.

Em Kongreya 2’yemîn a Ciwanên Şoreşger li Rêberê Neteweya Demokratîk Abdullah Ocalan, li gelê Bakurê Sûriyeyê û li şehîdên şoreşê pîroz dikin.

Bijî şoreşa Bakurê Sûryeyê, bijî serok Ocalan."

(ekîb)

ANHA