Li Tîkrîtê êrîşa xwekujî, mirî û birîndar hene

Li Tîkrîtê ji ber êrîşa wesayiteke bombebarkirî 5 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn.

Li Tîkrîtê êrîşa xwekujî, mirî û birîndar hene
19 mijdar, 2018   09:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Tîkrît a wîlayeta Selahaddînê, bi wesayiteke bombebarkirî êrîşeke xwekujî hate kirin. Ji ber teqîna li kolana Doktoran 5 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên li herêmê. Hate gotin, rewşa tenduristiyê ya hin birîndaran giran e.