Ehmed El-Durzî: Tirkiye hewl dide herêmên Sûriyeyê tev li nexşeya xwe bike

Siyasetmedar û muxalifê Sûrî  Ehmed El-Durzî anî zimanku Idlib bûye dîwar û astengiya dawîn a hêzên ku mudaxeleyê li Sûriyeyê dikin.

Ehmed El-Durzî: Tirkiye hewl dide herêmên Sûriyeyê tev li nexşeya xwe bike
19 mijdar, 2018   07:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Ehmed El-Durzî têkildarî mijara Idlibê ji ajansa me re axivî. Ehmed El-Durzî teqez kir ku li bendê mayîna çareseriya Tirkiyeyê rijandina xwîna gelê Sûriyeyê didomîne. Tirkiye hewl dide herêmên Sûriyeyê tev li nexşeya xwe bike.

El-Durzî wiha got: "Pirsgirêka Idlibê ya rastîn ew e ku bûye dîwarê dawîn ji hêzên nerewa re ku mudaxele li şer kirine. Di nav xwe de dawiya şer li Sûriyeyê hildigire, lê armancên Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qeter û Rûsya û Îran ku piştgriya Şamê kirine, di 8 salên aloziyê de, pêk neanîn."

Di berdewama gotinên xwe de El-Durzî destnîşan kir ku rewşa niha li ser demeke dirêj nayê şîrovekirin. Li bendê mayîna veguhertinên Tirkiyeyê, rê li ber dewamkirina rijandina xwînê vedike.

Di dirêjahiya axaftina xwe de El-Durzî teqez kir ku paşguhkirina çapemeniyê li ser pirsgirêka Idlibê ne di encama lihevkirina navdewletî de hatiye. Lê belê bi qasî wê hemû aliyên ku bi navê dewletên mîsogerkarên aloziya Sûriyeyê tên naskirin, li benda bidestxistina armancên xwe ne.

Têkildarî mijara derbasbûna Tirkiyeyê ji Idlibê re û hêviyên wê, El-Durzî wiha axivî: "Tirkiye hewl dide herêmên Idlib, Minbic û Bakur û Rojhilatê Firatê bixe nav nexşeya xwe. Ev jî li gorî nexşeyên ku di sala 1920'an de hatine xêzkirin.”

Di dawiyê de El-Durzî destnîşan kir ku hemû tiştên bi bîr xistine di encama rêzenakokiyên de di navbera hêzên di heman alî de ne û wiha got: "Hemû alî beriya ku destkeftiyan bi dest bixin, naxwazin Idlibê winda bikin. A yekemîn derxistina Îran û Hizbullahê ji Sûriyeyê ji bo berjewendiyên Îsraîlê. Her wiha destkeftiyên aborî yên girêdayî dewletên mîsogerkarên aloziya Sûriyeyê."

(şx)

ANHA