'Me rê li ber tunekirina tundiya li ser jinan vekir'

Seroka Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê şaxê Şehbayê Xada Hemdo destnîşan kir ku di warê perwerdekirina jinan de, rola xwe di warên siyasî de dilîzin û ji bo tundiya ku li ser wan tê kirin bi dawî bikin, gavên girîng avêtine.

'Me rê li ber tunekirina tundiya li ser jinan vekir'
19 mijdar, 2018   07:34

TOLÎN HESEN / ŞEHBA

Roja 25'ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan hatiye destnîşankirin. Ev jî piştî ku Rafael Trujillo serokê dewleta Domînîkê her sê xwişkên Mirabalku serî li hember wî hildan kuşt hat.

Têkildarî mijarê seroka Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê şaxê Şehbayê Xada Kor Hemdo destnîşan kir ku pergalên desthilatdariyê, jin ji lîstina rola xwe di hemû warên jiyanê de bê par hiştine û ew jî bi xwe cureyeke tundiyê ye. Xada wiha got: "Ji ber ku jina Şehbayê ji lîstina rolên xwe di warê siyasî de bê par mane, em niha li dijî hemû şêwazên tundiyê tê dikoşin. Ev têkoşîn bi rêya hevkariya bi hemû sazî, partî û rêxistinên jinan re tê meşandin."

Her wiha Xada diyar kir ku ji bo pêşvebirina karînên jinan û vegerandina baweriya jinan bi xwe, bi rêya lidarxistina semîner û perwerdekirina jinan dixebitin.

Di berdewama gotinên xwe de Xada wiha got: "Jinan li Şehbayê gelek azar kişandine. Lê ev ewra tarî êdî vedikişe. Me mafên jinan bi dest xistin da ku karibin bi rolên xwe di hemû waran de û bi taybet di warê siyasî de bilîzin."

Di dirêjahiya gotinên xwe de Xada bi bîr xist ku ew semînerên girêdayî rola jinan di civak û jiyanê de, awayên birêxistinkirina jinan ê xwe bi xwe û xilasiya ji zincîrên civakê û şîrovekirina armancên partiyê orgenîze dikin.

Di dawiyê de seroka Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê şaxê Şehbayê Xada Kor Hemdo wiha axivî: "Ji bo perwerdekirina jinan em rojane di buroyê de dixebitin û bi rêya serlêdana partî û saziyan û bi rêya semîner û serlêdanan me rê li ber tundiya li dijî jinan girt."

(şx)

ANHA