Gelê Tebqayê cangoriyên azadiyê bi bîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê merasîma bîranîna 21 şehîdên ku di dem û cihên cude de di pêngavên QSD'ê de li dijî DAIŞ'ê şehîd ketine orgenîze kir.

Gelê Tebqayê cangoriyên azadiyê bi bîranîn
Gelê Tebqayê cangoriyên azadiyê bi bîranîn
Gelê Tebqayê cangoriyên azadiyê bi bîranîn
Gelê Tebqayê cangoriyên azadiyê bi bîranîn
Gelê Tebqayê cangoriyên azadiyê bi bîranîn
Gelê Tebqayê cangoriyên azadiyê bi bîranîn
18 mijdar, 2018   19:20

TEBQA

Merasîma bîranînê li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê li dar ket. Hevseroka Meclisa Zagonsaz Rewşen Hemê, hevserokê Meclisa Rêveber Şiyar Mihemed, fermendarên QSD'ê, Meclisa Malbatên Şehîdan û bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, malbatên şehîdan li ber wêneyên şehîdên xwe mûm vêxistin.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin. Di destpêka axaftinan de hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Şiyar Mihemed axivî û got: "Şehîdan me yên leheng berpirsên mezin hildan ser milên me. Divê em layîqî xwîna wan şehîdan bin da ku em bighêjin azadiyê."

Mihemed wiha domand: "Em qebûl nakin ku kesek li xwîna şehîd û destkeftiyên me bazarê bikin."

Ji aliyê xwe ve yek ji fermendarên QSD'ê Hisên El-Ehmed axivî û got: "Şehîd xwîna xwe ji bo ku em ji terorê xilas bibin erzan kirin."

Her wiha birayê şehîd 'El-Zeîm' Xalid El-Zeîm axivî û got: "Şehîdên me navên we di dîrok û dilê me de hatiye kolandin. Xaka vî welatê pîroz şahidê fedekariyên we ye."

Bi navê Partiya Pêşerojê aya Sûriyê şaxê Tebqayê cîgera şaxê Semra El-Hesen axivî û got: "Bi xwîna şehîdên me gul li ser xaka welatê me vebûn û veguherî biharekê hemû aliyên wî dixemlîne. Em soz didin şehîdan em ê şopdarên rêyên wan ji bo azadiyê û rumetê bin."

Merasîm bi pêşkêşkirina belgefîlmek girêdayî kurta jiyana şehîdan bi dawî bû.

Navên 12 şehîdan wiha ye:

Ebdulezîz El-Necim bi nasnav Ebû Suad.

Exîd Selmo bi nasnav Exîd Reqa.

Welîd El-Hemed bi nasnav El-Hût.

Ehmed Elî El-Ehmed bi nasnav Elemiyom.

Ibrahîm El-Ehmed bi nasnav El-Zeîm

Elî Zêdan bi nasnav Zêdan

Ebdulsamad El-Ibrahîm bi nasnav Merendî.

Mehmûd Îsa bi nasnav Mehmûd Reqa.

Savî Caber bi nasnav Safî Reqa

Yûsif El-Ehmed bi nasnav Yûsif Reqa.

Ramadan El-Selama bi nasnav Dilê Şêr(Dilşêr)

Elî El-Ebûd bi nasnav Elî El-Seferanî

(şx)

ANHA