Li Efrînê artêşa Tirk û çete şer dikin

Di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Efrînê şer rû dide. Tê gotin ku kuştî û birîndar hene.

Li Efrînê artêşa Tirk û çete şer dikin
18 mijdar, 2018   19:00

EFRÎN

Şerê di navbera leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji saetên destpêkê yên sibehê ve li navenda bajarê Efrînê rû dide. Şerê piştî ku leşkerên artêşa Tirk fermana tesfiyekirina çeteyên "Ehrar El-Şerqiya" û Şayîtan da li gelek kolanên bajarê Efîrnê, Çerxerêya Newroz a li ser rêya herêma Racoyê, Kolana Vêlat û Taxa Efrîna Kevin berfireh bû.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane di şer de kuştî û birîndarên herdu aliyan hene.

Li aliyekî din ve, dîmen û wêneyên şer û termên li kolanan hatin li malperan hatin belavkirin.

Şer heya niha didome.

ANHA