‘Armanc ji biryara DYA‘yê razîkirina Tirkiyê ye‘

Bi mijara biryara DYA‘yê ya der heqê sê pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê panêleke berfireh hate lidarxistin. Di panêlê de hate gotin ku armanca biryara DYA‘yê razîkirina Tirkiyê ye.

‘Armanc ji biryara DYA‘yê razîkirina Tirkiyê ye‘
‘Armanc ji biryara DYA‘yê razîkirina Tirkiyê ye‘
18 mijdar, 2018   15:44

KOBANÊ

Li ser vexwendina Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê û bi mijara biryara DYA‘yê ya li djiî 3 pêşengên Kurd panêleke berfireh li avahiya yekitiyê hate lidarxistin.

Nûner û endamên partiyê Kurd ên Kantona Kobanê, hejmarek rewşenbîr û mamoste beşdarî panêlê bûn.

Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa axivî û tekez kir ku nêrînên partiyên Kurd li ser erdîngariya Kurdistanê ji hev cuda ne û got dijmin jî sûd ji vê cûdabûnê digire.

Îsa wiha domand: "Di encama tepesekirina şoreş û serhildanên gelê Kurd ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve, îro zextê li DYA'yê dike, di encamê de DYA'yê biryarek der heqê sê pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de digire. Erê rast e ku ev biryara ji bo razîkirina Tirkiyê hatiye girtin. Divê em nas bikin ku Tirkiyê ji parçebûna Kurd sûd digire û dihêle ku Tirkiyê bi azadî li qada navdewletî de tevger dike."

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bekir Hec Îsa diyar kir ku biryara DYA'yê ne di cih de ye û wiha got: "Kesên ku li şûna cîhanê şerê terorê dikin tên darizandin û yên ku terorê hemêz dikin tên xelatkirin. Divê DYA'yê helwesta xwe baş binirxîne.

Endama Komîteya Navendî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Kamîran Kenco got armancek tekane ya Tirkiyê li Sûriyê heye. Ew amade ye dest ji hemû tiştan berde da ku vîna gelê Kurd tune bike. Her wiha Kamîran bang li gelê Kurd kir ku asta xeteriyê nas bikin.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Kurd a Kantona Kobanê Xebat Fendî û endamê Komîteya Perwerdeyê yê Herêma Firatê Besil Bozo tekez kirin ku dijminên gelê derewan dikin û lîstokên pilankirî dikin û ji bêdengiya navdewletî sûdê digirin û hemû kiryarên yên xwe li dijî gelê Kurd pêk tînin. Her wiha her duyan destnîşan kirin ku biryara DYA'yê alîkariya Tirkiyê bi xwe ye.

(şx)

ANHA