Ciwanên Minbicê li hemberî komployên dijber hewlest nîşandan

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li Minbicê bi daxuyaniyekê tekez kir ku ew ê berxwedana bidomînin û hemû komployên navdewletî yên li dijî gelên herêmê hilweşînin.

Ciwanên Minbicê li hemberî komployên dijber hewlest nîşandan
18 mijdar, 2018   15:08

MINBIC

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li bajarê Minbicê îro li Akademiya Şehîd Hozan a girêdayî tevgerê kom bûn. Ciwanan wêneyên şehîdên Hêzên Ewlehiya Hundirîn û şehîd Sara hildan. Ciwan li akademiyê têkildarî zêdegaviyên artşa Tirk a dagirker daxuyanî dan.

Daxuyanî ji hêla endamê tevgerê Eqîl Herdos ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Her kes dizane ku em li pêşberî komployên mezin rû bi rû ne. Dixwazin me bikin qurbaniyên pilanên xwe yên qirêj. Wekî ciwanên şoreşger bi rêxistin û zanebûna xwe û xwedîderketina li projeya Netewa Demokratîk em ê rê li ber van pilanên bigirin.

Bi armanca parastina gelêln biidest ên ku dibin qurbaniyên planên kapîtalîzêmê û hovîtiya hêzên tundraw mîna dewleta Tirkiyê wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger wê xwîna bibe yek. Dewleta Tirk bi qetilkirina şehîda Sarayê wê nikaribin nifşê me bikujin, berevajî vê yekê, rihê têkoşînê di hundirê me de pêxist.

Ji vê kiliyê ve em soza xwe bi şehîdên ku bi keda wan wan gihiştinê vê qonaxa dîrokî nû dikin.  Em gotina xwe ya şoreşgerî bi awayekî azadî û eşkere dibêjin ku wekî ciwan em hemû komployên li dijî sembolên ku azadiya gelan diparêzin red dikin. Bijêrka me berxwedana şoreşgerî ya rastîn e. Em ê li hember van komployan bêdeng nemînin.

Lê belê bi fikr û çeka xwe em ê li hember êrîşa û bisekinin em tecrîd û faşîmayê , hilweşandina û azadiya Sûriyê li berxwe bidin."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên Serî hildin, dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şx)

ANHA