Li Şengalê gorek din a komî hate dîtin

Duh li navçeya Til Ezêr ya ser bi Şengalê ve gorek komî hatibû dîtin, îro jî gorek din a komî ji aliyê şervanên YBŞ’ê ve hat dîtin.

Li Şengalê gorek din a komî hate dîtin
18 mijdar, 2018   14:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ piştî ku êrîşê gelê Êzidî kirin bi dehan komkujî pêk aîn. Li Şengalê heya niha gelek gorên komî hatine dîtin. Duh li navçeya Til Ezêr a Şengalê gorek komî hatibû dîtin. Îro jî gorek din a komî ji aliyê şervanên YBŞ’ê ve hat dîtin.

Li ser vê yekê şervanê YBŞ’ê Agir Til Ezê ji RojNews re axivî û got: “Me îro gorek din  komî di nava hewza avê ya malekê de dîtiye. Duh jî gorek komî di encama lêkolînên mede hat dîtin, ji ber ku ti tîmek taybet nîne hêjî nayê zanîn hestiyên çend mirovan di goran de hene.”