Bargeha Hemîmîm Enqera hişyar kir!

Bargeha Hemîmîm a Rûsyayê îro hişyarî da ku Enqerayê nikare sozên xwe li bermberî tinekirina "Radîkalan" li Idlibê ku aramî û ewlehiya wê tevlîhev dikin, pêk bîne. Her wiha li herêma bêçek bipêkirin didome.

Bargeha Hemîmîm Enqera hişyar kir!
18 mijdar, 2018   12:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Kenala navendî ya bargeha Hemîmîm a leşkerî ya Rûsyayê got, Enqera heta niha sozên xwe li bermaberî tinkirina radîkalan li Idlibê ya Sûriyê pêk neaniye û ev yek bandoriyeke neyînî li parastina ewlehiya herêmê dike.

Di vê çarçoveyê de Naveda Çavdêriyê ya mafên mirovan a Sûriyê got, şeva Şemî – Yekşemê de li derdora El-Sermaniyê ya Sehil El-Xab a gundewarên bakur rojavayî Hemayê topbaran di navbera gurupên çeteyên Tirkiyê û hêzên rêjîma Sûriyê topbaran çêbû.

Beriya du rojan li wê herêmê şerê dijwar rû dan. Di encama wê de bi dehan kuştî û birîndar ji herdû aliyan çêbûn û piraniya wan ji rêjîmê bûn.

(bx)