Şandeyeke Koalîsyonê û fermandarên QSD'ê destdirêjiyên Tirkiyê gotûbêj kirin

Şandeya Koalîsyona Navnetewî got ku sedema hebûna wan li herêmên sînorî ew e ku çavdêrya destdirêjiyên dewlet Tirk li dijî herêmên Bakurê Sûriyê bikin û rê li pêşiya derketina şer bigirin.

Şandeyeke Koalîsyonê û fermandarên QSD'ê destdirêjiyên Tirkiyê gotûbêj kirin
Şandeyeke Koalîsyonê û fermandarên QSD'ê destdirêjiyên Tirkiyê gotûbêj kirin
Şandeyeke Koalîsyonê û fermandarên QSD'ê destdirêjiyên Tirkiyê gotûbêj kirin
Şandeyeke Koalîsyonê û fermandarên QSD'ê destdirêjiyên Tirkiyê gotûbêj kirin
Şandeyeke Koalîsyonê û fermandarên QSD'ê destdirêjiyên Tirkiyê gotûbêj kirin
Şandeyeke Koalîsyonê û fermandarên QSD'ê destdirêjiyên Tirkiyê gotûbêj kirin
Şandeyeke Koalîsyonê û fermandarên QSD'ê destdirêjiyên Tirkiyê gotûbêj kirin
18 mijdar, 2018   12:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Koalîsyona Nanetewî bi fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li gundê Til Hebeş ê rojavayê navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê civiya. Herdu aliyan rewşa dawî li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de û destdirêjiyên dewleta Tirk der heqê welatiyên Bakurê Sûriyê de gotûbêj kirin.

Di nîqaşan de behsa rêbazên rêgirtin li pêşiya derketina şer hate kirin.

Di dawiya nîqaşan de fermandarekî Hêzên Koalîsyona Navnetewî ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê hêjî li rojhilatê Firatê tune nebûne û pêngava li dijî  çeteyan bi hevkariya QSD'ê hêjî berdewam e û destnîşan kir ku QSD'ê dê aramiya herêmê biparêze.

Fermandarê Koalîsyonê da zanîn ku sedema hebûna wan li deverên sînorî ew e ku çavdêriya destdirêjiyên Tirkiyê li dijî herêmên Bakurê Sûriyê bikin û rêbazên çareseriyê peyda bikin da ku rê li pêşiya şer ku gefan li aramiya herêmê dixwe bigirin.

ANHA