Li Dêrazorê mayînek hate bêbandorkirin

Tîmên taybet ên rakirina mayînan ên girêdayî hêzên Ewlehiya Hundirîn li bajarokê El-Mihêmediyê yê rojavayî Dêrazorê li ser agahdarkirina şêniyan mayînek bê bandor kirin.

Li Dêrazorê mayînek hate bêbandorkirin
18 mijdar, 2018   12:07

DÊRAZORÊ

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Dêrazorê ragihandin ku tîmên taybet ên rakirina mayînan ên girêdayî wan li bajarokê El-Mihêmediyê mayînek bê bandor kirin.

Piştî ku yek ji şêniyan agahî dan hêzên Ewlehiya Hundirîn ku tiştekî bi guman li bajarok heye, hêzên Ewlehiya Hundrîn berê xwe dan cihê bûyerê û mayîna ku hatibû dayîn bê bandor kirin.

ANHA