Rêze çalakiyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan berdewam in

Rêveberiya Jin a Reqayê rêze çalakiyên xwe yên bi boneya roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi semîner, civîn û belavokan didomîne.

Rêze çalakiyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan berdewam in
Rêze çalakiyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan berdewam in
Rêze çalakiyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan berdewam in
Rêze çalakiyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan berdewam in
18 mijdar, 2018   12:11

REQA

Bi boneya nêzîkbûna roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan Rêveberiya Jin a Reqayê  ev çend roj in rêze çalakiyan lidar dixîne. Rêveberiyê herî dawî li devera Xinêzat a bakurê bajarê Reqayê semînerek lidar xist. Di semînerê de bi dehan jin, endamên meclîs û malên jin beşdar bûn.

Semîner ji aliyê endamên Rêveberiya Jin Suad El-Kurdî û Sewsen El-Xelef hate birêvebirin û têde rêbaz û şêwazên tundiya canî û derûnî li ser jinan hate şîrovekirin.

Di semînerê de behsa serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê û hovîtiya wan li ser jinan hate kirin. her wiha hate gotin ku piştî salekê ji rizgarkirina bajêr jinan gavên mezin ber bi azadiya xwe ve avêtin.

Semîner bi nîqaşên di navbera beşdaran de yên girêdayî rêbazên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi dawî bû.

Der barê girîngiya roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de hevseroka buroya Perwerdehiyê ya Reqa Meyade Îbrahîm El-Şêx axivî û wiha got: "Divê jin xwe rizgar bike û li dijî tundiyê têbikoşe". Meyade da zanîn ku evan çalakî dihêle ku jin maf û erkên xwe nas bikin.

Di çarçoveya çalakiyan de her wiha jinan belavokên pênasekirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û rêbazên berxwedana li dijî wê li kolanênbajêr belav kirin.

ANHA