Di navbera artêşa Tirk û çeteyên wê de şerên giran rû dan

Li bajarê Efrînê yê dagirkirî, di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerên giran rû dan.

Di navbera artêşa Tirk û çeteyên wê de şerên giran rû dan
18 mijdar, 2018   12:05

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker dixwaze hin komên çeteyên xwe li Efrînê tesfiye bike.  Ji ber vê yekê li nava bajar operasyonên leşkerî daye destpêkirin da ku çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û El-Şiêtat derxe.

Artêşa Tirk dagirker ji şeva din ve  li bajarê Efrînê yê dagirkirî, qedexeye derketina derve îlan kir. Ji ber vê yekê, îro saetên sibê li çerxereya Kawa û kolana Vêlat ên naverasta Efrînê, şerên giran navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Ehrar El-Şerqiyê de rû dan.

Çavkaniyên taybet ragihandin ku artêşa Tirk fermana derketina çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û El-Şiêtat ji bajarê Efrînê daye.

Her wiha çavkaniyekî din jî, eşkere kir ku artêşa dagirker tevî polîsên leşkerî derketinên bajarê Efrînê dorpêç kirin û derketin û derbasbûna nava bajar qedexe kirin.

Heta niha qedexeya derketina derve nava bajar dewam dike.

(kc)

ANHA