'Pêşniyara Ocalan a Konfederaliya Demokratîk Çareseriya Rojhilata Navîn e'

Rûniştina çaremîn a Kongreya Beyrûtê di bin navê "Cihê desthilatdariyên herêmî di aloziyên Rojhilata Navîn de" hate destpêkirin û têde hin beşên parêznameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk" hatin şîrovekirin. Beşdarên kongreyê piştrast kirin ku konfederaliya demokratîk ku Ocalan pêşniyar kiriye çareseriya herî guncaw a pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.

'Pêşniyara Ocalan a Konfederaliya Demokratîk Çareseriya Rojhilata Navîn e'
18 mijdar, 2018   11:51

BEYRÛT

Rûniştina çaremîn a Kongreya Beyrûtê di bin navê "Cihê desthilatdariyên herêmî di aloziyên Rojhilata Navîn de" bi axaftina mamosteyê zanîngeha Silêmaniyê ya beşê Zanistana Civakî û sekretêra Bêt El-Sehrordî ya lêkolînên olî û efsaneyî Dr. Hawjîn Mella Emîn hate destpêkirin. Beşê duyemîn a semînerê di bin navê "Rola desthilatdariyên Ereb di bilokatiya destwerdana derve de (Sûriye û Îraq weke mînak) û çareserî çi ye?" de bû. Beşê yekemîn di bin navê "Cihê desthilatdariya Îranê di aloziyên niha yên Rojhilata Navîn de" ku diviyabû Dr. Seîd Muradî pêşkêş bike lê ji ber sedemên tenduristî lêborîna xwe xwest.

Dr. Hawjîn Mella Emîn di semînera xwe de behsa destwerdanên derve di rewşa siyasî ya erebî de kir û got ku gelek sedemên wê hene, hin ji wan dîrokî ne û hin jî girêdayî siyaseta derve û hundirîn in. Yek ji sedemên dîrokî rastiya avakirin û çêkirina dîrokî ya van dewletan e û di bingeh de girêdayî serdema dagirkerî û serweriya lihevkirinên dewletên mezinin ku di encamê de evan dewlet ji mîrasa Osmaniyan hatin çêkirin û avakirin.

Dr. Hawjîn Mella Emîn di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku statûyên siyasî yên erebî statûyên çêkirî ne û bi bîrdoziyên dewlet û malgirtinê dagirtî ne. her wiha di rastiyê de girêdayî desthilatdarî û serweriya rêveberiya dagirkeriya hêzên derve ye. Ji ber vê yekê evan statû pûç û lawaz in û nikarin gel û civakên xwe pêş bixînin. Tevî ku çavbirçîbûna hêzên dagirker eşkere ye, dozên demokrasî, mafên mirovan, hemwelatîbûn, azadî û dozên kêmnetew û piralîbûn di aliyê destwerdana derve û destwerdanên Netewên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê de mijarên sereke ne.

Dr. Hawjîn Mella Emîn da zanîn ku belavbûna mezhebî û etnîkî û nehevgirtina hundirîn û bîrdoziyên netewperestî û olperestî jî mijarên sereke ne, eger behsa destwerdanên herêmî û dijberiyên hundirîn were kirin. her wiha sedema sereke ya nearamiya li herêmê ye. Her wiha bikaranîna şaş a hilberîn û berhemên hundirîn hişt ku evan rêveberiyên hundirîn lawaz bikevin.

Dr. Hawjîn Mella Emîn wiha domand: "Eger em Îraq û Sûriyê weke mînak di ber çavan re derbas bikin ku di aliyên dîrok, bîrdozî û çandî de girêdayî ne, bi hêsanî bandora mezin a van agahiyan di bilokatiya rol û destwerdana biyanî, herêmî û navnetewî de diyar dibe. Îraq weke mînak di nava etnîk, mezheb û birîdoziyên Şîayî, Sunnî û Kurd hatiye belavkirin her wiha di aliyê ciyosiyasî de jî di nava îradeyên herêmî û navnetewî de hatiye parvekirin. Rola Amerîka, Îran û Tirkiyê bi sîstema siyasî ya wê lîstine û hemû berhemên wê yên mirovî, darayî û manewî bikar anîn.

Dr. Hawjîn Mella Emîn diyar kir ku Sûriye dişibe Îraqê û ew jî li hemberî dîktatoriya Baasê û bîrdoziya netewperestiyê rû bi rû ma û opozîsyona wê jî girêdayî wê bû û têkoşîna ber bi azadiyê, demokrastiyê, edaletê û aştiya civakîya di navbera dewlet û civakê de bi hemû pêkhateyên wê lawaz ma.

Dr. Hawjîn Mella Emîn da zanîn ku li ser vê bingehê girîngiya stratejîk a felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşniyarên wî yên demokratîk ji dewlet û civakê re ku di Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de behsa wan kiriye diyar dibe û konfederaliya demokratîk û civaka demokratîk weke çareseriya herî guncaw a pirsgirêkên Rojhilata Navîn dibîne.

Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk ji rexne û lêkolînên piştrast ên şaristanî û dîroka kevnar û nûjen pêk tê. Her wiha projeyek der barê lêkolîn û rexne û diyaloga gelek fikr û dibîstanên rêgez û bîrsozî ye. Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk bi rastî rihê lêgerîna çareserî û heqîqetê ye û li aştî, azadî û demokrasiyê digere û ne tenê ji bo gelekî lê belê ji hemû gelên cîhanê re digere.

Dr. Hawjîn wiha got: "Li vir ez hewl didim bi kurtasî behsa naveroka vê mijarê û projeyê bikin. Ango Sosyolojiya Azadî û ev jî sernavê parêznameyeke Ocalan e". Hin ji wan ev in:

Yek: Bi kurtasî serpêhatiya mirovahiyê û bi taybet serpêhatiya Rojhilata Navîn weke Îraq û Sûriye û di encama pêşveçûna mirovahiyê ber bi şaristaniyê ve ji serdema dewleta Somerî ber bi kapîtalîsta cîhanî ya niha ve û malgirtinên di hersê astan de, malgirtina heqîqet û nasnameyê, malgirtina desthilatdarî û rêbazên darayî û malgirtina exlaqî ku nûnertiya koledariya jinan dike û heqaretê li jinan dike û jinan kêm dibîne.

Du: Modernîteya kapîtalîs û lîberaliya rojavayî bi hemû destkeftiyên xwe yên zanistî, çandî, hiqûqî û exlaqî ku di çarçoveya rastiya desthilatdarî û astetîkbûnê de tazî maye. Her wiha jin weke alavekî kirîn û firotinê tê dîtin. Bîrdoziya kapîtalîst, netewperestî û navendîbûna rojavayî û dagirker û serweriya aborî û xwedawendîkirina madî yek ji diyardeyên rastiya wê ya malgirtinê û desthilatdariya wî ya li ser malgirtina maf û heqîqetê ye û dawiyên kambax ji bo hemûyan nîşan dide.

Sê: riya şaristanîbûnê û civaka siyasî an jî ji rêderkeina ji şaristaniya Somerî, li vir li Îraq û Sûriyê bi taybet cara yekemîn agir tê vêxistin û çandinî tê kirin û nivîs hate afirandin û gemiyên deryayî hatin çêkirin. Her wiha yekem car malgirtin pêk tê û yekem car tevir û çek tên rakirin û destpêk li vir bû. Ji erka me ye ku em şaştiyên dîrokî sererast bikin.

Çar: piştî vê şîroveya bi kurtasî û lêkolîna bingehîn a jêderên şaristanî yên pirsgirêkê û piştî ku hate piştrastkirin ku berpirsyariya exlaqî û hişmendiya dîrokî û hebûnê ye. Ocalan piştrast dike ku çareserî bi avakirina paradîgma mirovahiyê re ye û hemû aliyên heqîqetê bigire nava xwe û jêderên wê yên bingehîn ango malgirtinû koledariyê bigire dest.

Dr. Hawjîn Mella Emîn semînera xwe wiha bi dawî kir: "Ev projeya ku Ocalan pêşniyar dike, projeyeke şaristanî ya berfireh e û ji ber rewşa pirsgirêkê û daxwazên çareseriyê derdikeve holê. Ji ber vê yekê divê di hemû aliyên madî û manewî û perwerdehî, çand, zanistî û hunerî de asta xebatan were bilindkirin, da ku şaristaniya demokratîk ku durişmeya wê ji malgirtinê re na, ji dewletperestiyê re na, ji desthilatdarî, netewperestî û cinsiyetperestiyê re na, ji tundîbûnê re na, erê ji azadî, sosylojî, çandî û siyasî re ye were avakirin."

Piştî semînerê deriyê nîqaşan li pêşiya beşdaran hate vekirin. Beşdaran di axaftina xwe de piştrast kirin ku çareserî pêkanîna konfederaliya demokratîk û civaka demokratîk e ku xwe dispêre projeya netewa demokratîk a Rêberê Gelê Kurd AbdullahOcalan û weke çareseriya herî guncaw ji aloziya Rojhilata Navîn re ye.

ANHA