Gemiya balefirên Amerîka berê xwe da berava Sûriyê

Malpera Îsraîlê DEBKAfile ragihand ku piştî Rûsya hêzên xwe yên deryayî li Sûriyê zêde kirin, gemiya balefirên Amerîka "USS Harry S. Truman" berê xwe da berava Sûriyê.

Gemiya balefirên Amerîka berê xwe da berava Sûriyê
18 mijdar, 2018   11:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Gemiya balefirên Amerîka "USS Harry S. Truman" li rex hêzeke ku ji 5 gemiyên leşkerî pêk tê berê xwe dane berava Sûriyê û di 16'ê Mijdarê de derbasî deriya Spî bûn. Nemaze piştî ku hêza deryayî ya Rûsya li Rojhilata Navîn rêze çalakiyên xwe li dijî noqaran pêk anîn.

Li ser gemiya balefirên Amerîka "USS Harry S. Truman" nofeke fûzeyên bi bask û hin çekên din hebûn.

Li gorî DEBKAfile ev pêşgaviya hêzên Rûsya û Amerîka li berava Sûriyê dibe ku du buyerên cûda bi xwe re bîne. Yek civîna di navbera Pûtîn û Trump de ye û ya din jî gumana êrîşeke ezmanî ya Îsraîlê li dijî Îranê di Sûriyê de ye. Her wiha dibe ku Rûsya çekên S-300 li dijî balefirên Îsraîlê bikar bîne.