Li Kobanê komeke ku tiştên derveyî zagonan dikirin, hate girtin

Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên kantona Kobanê ya herêma Firatê komeke ku tiştên ji derveyî zagonan dikirin ku ji 5 kesan pêk tê, girt.

Li Kobanê komeke ku tiştên derveyî zagonan dikirin, hate girtin
18 mijdar, 2018   10:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Elwehiya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku duh (17 Mijdar) komeke kesên ku li kantona Kobanê tiştên ji derveyî zagonan dikirin, girtine.

Pişî ku hêzên Ewlehiya Hundirîn agahî wergirtin ku yek ji welatiyan ji aliyê wê komê ve rastî diziyê hatiye, Buroya Sûcên Birêxistinkirî dest bi lêkolînê kir û agahiyên pêwîst kom kirin. Di encama lêkolîn û şopandinê li kantona Kobanê de ew kom hate naskirin.

Buroya Sûcên Birêxistinkirî tekez kir ku wan di encama kemînekê de koma ku ji 5 kesan pêk tê, li ser sûc girtine. Piştî lêkolînê ew kom radestî Komîteya Îdia û Lêkolînê hate kirin da ku werin dadgehkirin.

(bx)

ANHA