Ji bo peydakirina dermanên dayika xwe, di paqijkirina kampê de dixebite

Jina bi navê Delal El-Xalid ji bo peydakirina dermanên dayika xwe, li gel xemsariya rêxistinên mirovî di paqijkirina kampê de dixebite.

Ji bo peydakirina dermanên dayika xwe, di paqijkirina kampê de dixebite
Ji bo peydakirina dermanên dayika xwe, di paqijkirina kampê de dixebite
18 mijdar, 2018   07:58

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Kampa El-Erîşe bi 30 km li başûrê Hesekê ye. Li kampê bi hezaran koçberên Dêrazorê ku ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û binpêkirinên wan reviyane, hene. Lê şert û mercên jiyanê û xemsariya rêxistinên ku alîkariyê, rewşa koçberan dijawrtir dikin.

Ji wan koçberan yek jî jina ciwan a bi navê Delal El-Xalid e. Delal 20 salî ye. Dayika wê di nîvê laşê xwe de felc bûye. Li gel xemsariya rêxistinan û pêşkêşnekirina alîkariyan, Delal neçar ma di paqijkirina kampê de bixebite.

Delal destnîşan kir ku dermanên dayika wê di nav kampê de peyda nabin û hin caran bi hefteyan dayika wê derman naxwe û di encamê de nexweşiya wê giran dibe.

Her wiha Delal diyar kir ku destheqê ku werdigire têra dermanên dayika wê nake, ji ber ku pir buha ne.

Delal xemsariya rêxistinan û paşguhkirina rewşa wan rexne kir û wiha got: "Rêveberiya kampê li gorî derfetên xwe alîkariya me dike. Lê rêxistinên mirovî rewşa me paşguh dikin û alîkariya pêwîst pêşkêş nakin."

(şx)

ANHA