Li Kobanê, kampa Serdem û kampa Eyn Îsayê rêzefîlm hatin pêşandan

Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî di roja pêcemîn de didome. Di vê çaçroveyê de li Kobanê, Kampa Eyn Îsa û Serdemê rêzefîlm hatin pêşandan.

Li Kobanê, kampa Serdem û kampa Eyn Îsayê rêzefîlm hatin pêşandan
Li Kobanê, kampa Serdem û kampa Eyn Îsayê rêzefîlm hatin pêşandan
Li Kobanê, kampa Serdem û kampa Eyn Îsayê rêzefîlm hatin pêşandan
Li Kobanê, kampa Serdem û kampa Eyn Îsayê rêzefîlm hatin pêşandan
Li Kobanê, kampa Serdem û kampa Eyn Îsayê rêzefîlm hatin pêşandan
Li Kobanê, kampa Serdem û kampa Eyn Îsayê rêzefîlm hatin pêşandan
Li Kobanê, kampa Serdem û kampa Eyn Îsayê rêzefîlm hatin pêşandan
Li Kobanê, kampa Serdem û kampa Eyn Îsayê rêzefîlm hatin pêşandan
Li Kobanê, kampa Serdem û kampa Eyn Îsayê rêzefîlm hatin pêşandan
17 mijdar, 2018   20:03

KOBANÊ

Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî  ku ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve hatiye organîzekirin didome.

Çalakiyên Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî 13‘ê Midarê bi boneya salvegara 58'an a Komkujiya Amûdê ku di encamê de 283 zarok ku li Sînemaya Şehrazad ya li Amûdê şehîd bûne hatiye organîzekirin.

Di roja pêncemîn a mîhrîcanê de ku bi dehan kes û hezkiriyên sînameyê beşdar bibûn hejmarek kutefîlm hatin pêşandan. Ji wan "Baskên avê, li împratoriyê rojek dijwar û Nîroj".

Paşê fîlmên kartonî wekî "Min gula xwe dît, bizina min a biçûk, zimal û malbatek hişt", her wiha belgefîlmek bi navê "5 sal pişt şer" hatin pêşandan.

ŞEHBA

Li kampa Serdem a Şehbayê ku şêniyên Efrînê lê dimînin jî 20 kutefîlm hatin pêşandan. Bi sedan şêniyên Efrînê temaşiya fîlman kirin.

Beriya pêşandana fîlm Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê Ebdulhemîd Bekirî axivî û bi xêrhatina beşdaran kirin. Bekirî li hemberî polîtîkeyên asîmîlekirinê banga xwedîdereketina li çandê li gelê Efrînê kir.

Piştre fîlmên "Ice cream, Tiwit Tiwît, Flower Vand" ku qala pirsgirêkên civakî, çandî dike hatin pêşandan. Dirêjahiya fîlîm ji 1 heya 15 deqeyan e.

GIRÊ SPÎ

Di heman armancê li kampa Eyn Îsayê hejmarek kurtefîlm hatin pêşkêş kirin.

Rêxistina Şems bi hevkariya Rêveberiya Kampa Eyn Îsayê hejmarek kurtefîlmên  ku di Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navnteweyî de hatibûn pêşandan ji koçberên kampê re pêşkêş kirin.

Li Kampa Eyn Îsayê derdora 13 hezar koçber ji bajarên cuda Sûriyê û herî zêde  Reqa û Dêrazorê dimînin.

Li gorî endama rêveber a Rêxistina Şems Nûra Xelîl armanca pêşandana fîlman koçberan bi taybet zarokan şand bikin.

Fîlm di heman demê de li kampên Şehba, Mexmûr û Şengalê têne pêşandan.

ANHA