Komîna Şems a Dîlanan navenda xwe vekir

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a navçeya Dirbesiyê ya girêdayî Kantona Hesekê îro bi şahiyekê navenda Komîna Şems a dîlanan vekir.

Komîna Şems a Dîlanan navenda xwe vekir
Komîna Şems a Dîlanan navenda xwe vekir
Komîna Şems a Dîlanan navenda xwe vekir
Komîna Şems a Dîlanan navenda xwe vekir
Komîna Şems a Dîlanan navenda xwe vekir
Komîna Şems a Dîlanan navenda xwe vekir
17 mijdar, 2018   20:39

HESEKÊ

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk bi şahiyekê  navenda Komîna Şems a dîlanan vekir.Şahî li navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbesiyê ya Kantona Hesekê hate orgenîzekirin.

Bi sedan şêniyên Kantona Hesekê, dildariyên şano û muzîkê, hejmarek ji hunermend û komên hunerî ji cuda bajar û deverên Herêma Cizîrê tevî koma govendê ya Minbicê tev li şahiyê bûn.

Şahî bi axaftina endama rêveber a Komîna Şems Dîma Elî destpê kir. Dîma avakirina komînê li tevahiya gelê Sûriyê pîroz kir û got: "Bi rêya govenadê her pêkhateyek çanda xwe xuya dikin."

Paşê koma Komîna Şems dîlanên Kurdî pêşkêş kirin û Koma Tolhildan a girêdayî navenda Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê şanoyek têkildarî belavkirina îdia û derewiyan pêşkêş kir.

Ji aliyê xwe Koma Minbicê û Ukab berhemên xwe yên girêdayî pêkhateya Ereb pêşkêş kirin. Her wiha her du komên stranê Zîlan û Kîkan stran pêşkêş kirin.

Şahî bi vekirina deriyê Komîngeha Şems ji aliyê dayîkên şehîdan ve bi dawî bû.

(şx)

ANHA