Berxwedana olan, krîza Lubnanê û rêbazên çareseriyê mijarên rûniştina duyamîn bû

Bi navnîşana "Berxwedana dîrokî li Rojhilata Navîn û lêgerînên çareseriyê" rûniştina duyemîn a Kongreya krîza şaristaniyê û rêya ber bi modernîteya demokratîk ve li Rojhilata Navîn” destpê kir.

Berxwedana olan, krîza Lubnanê û rêbazên çareseriyê mijarên rûniştina duyamîn bû
Berxwedana olan, krîza Lubnanê û rêbazên çareseriyê mijarên rûniştina duyamîn bû
Berxwedana olan, krîza Lubnanê û rêbazên çareseriyê mijarên rûniştina duyamîn bû
Berxwedana olan, krîza Lubnanê û rêbazên çareseriyê mijarên rûniştina duyamîn bû
Berxwedana olan, krîza Lubnanê û rêbazên çareseriyê mijarên rûniştina duyamîn bû
17 mijdar, 2018   16:39

BEYRÛT

"Kongreya krîza şaristaniyê û rêya ber bi modernîteya demokratîk ve li Rojhilata Navîn” ku li paytexta Lubnan Beyrûtê lê lidarxistin didome.

Beriya çend kêliyan rûniştina duyemîn a kongrê bi navnîşana "Berxwedana dîrokî li Rojhilata Navîn û lêgerînên çareseriyê" dest pê kir. Di vê beşê de doxtorê Fakulteya Wêje ya Zanîngeha Bexdayê beşê Dîrok û Berpirsê Ragihandina Mûdîriyeta Giştî ya Avahîsaziyan a Dibistanan di Wezareta Perwerde ya Iraqê Dr. Cewad Kazim El-Beydanî semînerek bi navê "Berxwedana olî û tebeqî li hemberî pergala medeniyeta navendî li Rojhilata Navîn" da.

El-Beydanî bi xêrhatina beşdaran kir û tekez kir ku ev civîn a ku hejmarek mezin nivîskar, rewşenbîr û siyasetmendarên gelek welatên Rojhilata Navîn kom kiriye ensyatîfeke baş e ji bo gotûbêjkirina krîza li Rojhilata Navîn û peydakirina rêbazên çareseriyê ye.

El-Beydanî got: "Teorî girêdayî cih û dem. Li Iraqê şert û mercên jiyanî, civakî û erdîngarî ji yên bajarekî din cûda ye. Di civakên ku mûzayîkên pirreng di nav xwe de dihwîne şer li diqewimin, ev yek jî bandorekê li ser jiyana gelên Rojhilata Navîn dike, ku ji bilî kuştin, wêrankirin û koçberkirin ti encamên erênî bi xwe re nayîne, rûdanên îro li herêmê me rastiyê vê yekê ye. Heger em li dîrokê vegerin em dibînin ku ol li deverên guncaw belav dibin mîna xiristiyan wekî bersiva êşa gel di dema şerê Roman û Cihû de derketin. Baweriya Xiristiyan derket da ku banga lêborîn, efû û hezkirinê bike. Heman tişt ji bo ola islamê sînordar e. Baweriya Islamê wekî bersiva pêşketina tebeqatan di navbera gelên Ereb û belavbûna zulm û koletiyê û hwd derket. Di wê demê de atmosfêra gunaw a derketina Islamê hebû, lew re gel pê ve hat girêdan wekî rêya xilasiyê dît. Em dikarin vê yekê wekî berxwedana olan bi nav bikin."

El-Beydanî her wiha bal kişand ser ola Êzidayetî ku derket çiyayan da ku baweriya xwe ji şer û qeyranan biparêze ev jî bi xwe berxwedaniyek e.

El-Beydanî di berdewama semînerê de amaje bi berxwedana gelan li welatê xwe kir û berxwedana gelê Iraqê li hemberî hêzên dagirker girt dest. El-Beydanî li ser vê mijdarê anî ziman ku gelê Iraqê li hemberî gelek hêzên dagirker berxwedanî kir, lê hikûmetên ji ber belavbûna civakî ne li gorî berpirsyariyê bû.

Rola dîrokî ya Lubnan li herêmê û krîza heyî

Sekretêrê Giştî yê Kongreya Federal a Dayîm Alfred Riachi beşê duyemîn ê semînerê da ku bi navê "Rola Lubnan a dîrokî di herêmê de û dê çawa aloziya Lubnan were çareserkirin da ku rola xwe ya bi bandor di çareserkirina dozên herêmê pêk bîne"

Riachi bûyerên ku li Lubnanê di navbera dema îmaretê heya komara duyemîn de, her wiha bûyerên ku gelê Lubnanê di salên şerê navxweyî, êrîşên Îsraîlê ku bi dagirkirina xeta başûr bi encam bû ta vekişandina jê di 24‘ê Gulana 2000‘î de vegot.

Riachi got: "Di sala 1985‘an de di encamên xebatên veguhestinê de di navbera rastgerên xiristiyan û komên çekdar ên Filistînê li Lubnanê şerekî navxweyî rû da. Ketîbeyên Lubnanê hêzên Israîlê bi tewana êrîşî li ser dêrêk li herêmê kirin. Partiyên çepger ên Lubnanê destek dane filistiniyan. Rexmî ku komkara Erebî agirbest li Lubnanê ragihand şer hîna jî didome."

Riachi sîstema federalî wekî çareseriyê ji pirsgirêka şerê navxweyî, nejatî û mezhebî dibîne û anî ziman ku ev sîstem hemû kesî li ser bingehê jiyana hevbeş  di nav xwe de digire.

Piştî semînerê deriyên nîqaşê hate vekirin û beşdaranê mûdaxeleyên xwe anîn ziman. Ji wan pergala qewmewî û bawerî îsbat kir û têk çûye, ji ber nedikarî pirreniya civakî, netewî, bawerî û mezhebî di nav xwe de bigire, ne li Rojhilata Navîn û ne jî li Ewrûpayê, ji ber vê yekê yekbûyîna bajaran ava kirin da ku girêka netew û baweriyan xilas bibe. Ev yekitî di serdema heyî de heya radeyekê aramî li Ewropayê pêk anî.

Ji beşdaran gotin ku hikûmetên siyasî yên bi nakokî li Lubnanê heya niha nedikarin hikûmeteke lihevkirî ava bikin, ji ber tinebûna têgeha rêveberiyeke pirreng.

Di rûniştina duyemîn de hate gotin ku projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarî hemû pêkhateyan bi din bangê netewa demokratîk a ku xwe dispêre fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike yek û li ser erdê xwe îsbat kir.

ANHA