Ciwanên Silûkê zêdegaviyên Tirkiyê û biryarya DYA‘yê şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li navçeya Silûkê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî xaka Sûriyê û biryara DYA‘yê şermezar kirin.

Ciwanên Silûkê zêdegaviyên Tirkiyê û biryarya DYA‘yê şermezar kirin
17 mijdar, 2018   15:34

GIRÊ SPÎ

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li naveçya Silûkê ya girêdayî Kantona Girê Spî îro bi daxuyaniyekê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî xaka Sûriyê û biryara DYA'yê li ser her sê pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê şermezar kirin.

Endamê rêveber ê tevgerê Mecid El-Turkmanî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

'Em lidarketina Kongreya Tevgera Ciwanên Şoreşger ku berî demeke kurt hatibû lidarxistin pîroz dikin. Di kongreyê de ji bo pêşxistina ciwanan û rola wan di pêşketina civakê de rêziknameyek nû hate danîn. Ev rêzikname hêviyên me di pêşxistina ciwanan bi cih tîne. Ji ber wê em ê li gorî wê rêziknameyê kar û xebatê bimeşînin. Ji ber ku ciwan bingeh û dînamîkeya civakan e civak bê ciwan mîna dara bê av e. Ji lew re em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li navçeya Silûkê biryarên Kongreya Ciwanan pîroz dikin û şervanên li ser eniyê şer di silav dikin.

Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ên  Sûriyê li navçeya Silûkê êrîşên Tirkiyê yên terorîst li dijî gelê me yê Bakurê Sûriyê bi giştî û bi taybet li dijî şêniyên Kobanê û Girê Spî şermezar dikin. Em weke ciwanên Silûkê ji bo parastina herêmê û destkeftiyên şehîdan li Bakurê Sûriyê amade ne.

Em biryara DYA'yê li ser her sê pêşengên Partiya Karkerên Kurdistanê red dikin. Em ewlehî û aramî ji vî gelê berxwedêr e dixwazin. Em bang li DYA'yê dikin ku ji biryara xwe paşde vekişe û şerê li dijî terorê bidomîne."

(şx)

ANHA