Akademiya Şehîd Xebat ya YPG‘ê dewreyeke din bi dawî kir

Li Akademiya Şehîd Xebat a Yekîneyên Parastina Gel a li bajarê Hesekê dewreyeke perwerdeyê dawî bû.

Akademiya Şehîd Xebat ya YPG‘ê dewreyeke din bi dawî kir
17 mijdar, 2018   15:12

HESEKÊ

Dewreya perwerdeyê bi navê Şehîd Ezîz 50 rojan dewam kir. Bi dehan şervan tev li perwerdeyê bibûn. Di dewreyên de waneyên fikrî û leşkerî hatin dîtin.

Bi armanca bidawîbûna dewreyê merasîmek hate lidarxistin. Bi dehan şervan û fermandarên YPG‘ê û malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi tornek leşkerî ji aliyê şervanan ve destpê kir. Piştre şervanan sonda leşkerî xwarin.

Di merasîmê de yek ji fermendarên YPG‘ê Nûman Amûdê axivî û derçûna şervanan pîroz kir û got: "Em di wê baweriyê de ne ku hûnê xeta şehîdên ku ji bo welat canê xwe feda kirine bişopînin. Hûn dizanin artêşa Tirk a dagirker di vê demê dawî de Kobanê û Girê Spî topbaran kir. Divê li hember her êrîşekî li dijî herêmê em amade bin. Em soz didin bajarê me Efrînê em ê wê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê rizgar bikin."

Merasîm bi gerandina xelekên dîlanan li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(şx)

ANHA