Kobanê şehîdekî xwe oxir kir

Gelê Kobanê şehîd Mehmud Romî (Şerzan Helincê) bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Dicle oxir kir.

Kobanê şehîdekî xwe oxir kir
Kobanê şehîdekî xwe oxir kir
Kobanê şehîdekî xwe oxir kir
Kobanê şehîdekî xwe oxir kir
Kobanê şehîdekî xwe oxir kir
Kobanê şehîdekî xwe oxir kir
17 mijdar, 2018   15:32

KOBANÊ

Şervanê YPG‘ê Mehmud Romî (Şerzan Helincê) yê ku di dema erka xwe de di encama qezaya trafîkê de gihîştibû asta şehîdetê, îro bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê ji bo oxirkirinê li Goristana Şehîd Dicle kom bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Piştre li ser navê YPG û YPJ‘ê Ibrahîm Hemze axivî û sersaxî ji gelê Kobanê û malbata şehîd re xwest.

Ibrahîm Hemze bal kişand ser êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyê û wiha got: "Bila her kes zanibe ku em serî ji dijmin û dostê wê re natewînin. Bi navê YPG û YPJ‘ê em soza xwe ya berxwedan û parasina gelê xwe dûbare dikin. Îro dewleta Tirk bi van êrîşên xwe nîşan daye ku gihîştiye asta xwe yê dawiyê û li ber mirinê ye. Me dît di êrîşên li ser gundên sînorê Kobanê û Girê Sipî zaroka 6 salî Sara hedef girt û qetil kir. Gelê me li hember vî tiştî bêdeng namîne".

Rêvebera Kongreya Star Almas Romî jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd ew in yên nirxên me diparêzin, yên ku canê xwe fedayî gelan dikin û dihêlin em bi aramî  jiyan bikin. "

Almas Romî işaret bi pêvejoya siyasî û leşkerî ya li herêmê kir û bal kişand ser êrîşên dewleta tirk. Almas Romî dagirkeriya li Efrînê bibîr xist û wiha pê de çû: "Her yek ji me li hember êrîşan berpirsyar e ku xwedî li axa xwe derkevin. "

Li ser navê malbatê bavê şehîd Mehmud Romî Serhan Romî jî banga yekitî û hevgirtinê li tevahî gelê Kurd kir û soza şopandina riya şehîd da.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de gel û şervanan cenaze li ser milên xwe kirin û di nav dirûşmeyên "Şehîd namirin" de spartin axê.

Ji bo sersaxiyê kon li Helincê tê vedan.

(hk/sn)

ANHA