Griffiths armanc dike ku danûstandinên aştiyê pêk bîne

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths li pêşiya Meclisa Ewlekariya Navdewletî ragihand ku ew armanc dikin bi lezgînî danûstanên aştiyê di navbera Yemeniyên li Siwêdê de pêk bînin.

Griffiths armanc dike ku danûstandinên aştiyê pêk bîne
17 mijdar, 2018   12:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Netewên Yekbûyî Martin Griffiths got hikumeta Yemenê dest bi çareseriya siyasî kiriye û sozên ku wê beşdarî danûstandinan bibe dane.

Griffiths destnîşan kir ku ew amade ne bi lezgînî her du aliyan bi hev re li Siwêdê kom bikin û wiha got: "Ez bawer im em nêzî vê yekê ne ku em ê hemû astengiyan bidin rawestandin". Lê belê tu dîrok ji bo danûstandinan nehatine diyarkirin.

Griffiths got ew gihaştine hevpeymanekê ku girtiyên her du aliyan li hev biguherînin, her wiha hin tedbîr hatine girtin ku baweriya her du aliyan heye ku dê danûstandinan bikin.

Netewên Yekbûyî di meha Îlonê de li Cinêvê ragihandibû ku dê danûstandinan pêk bînin, lê wê demê pêk nehat, ji ber ku Hûsiyan hin daxwaz kiribûn.

Tê payîn Griffiths hefteya bê serdana paytexta Yemenê Senayê bike û pişniyar kir ku bi şandeyeke Hûsî re biçe Siwêdê.

ANHA