Siyasetmedarên Rojava: Divê gelê Bakurê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê hişyar be

Siyasetmedarên rojavayê Kurdistanê diyar kir ku berxwedana li Kobanê dest pê kir, bi projeya Sûriyeya demokratîk, xeyalên Erdogan ên Împratoriya Osmanî şikandin û ev êrîş li dijî projeya Sûriyeya demokratîk in, her wiha divê gelên Bakurê Sûriyeyê li hember hewldanên Tirkiyeyê yên dagirkeriyê hişyar bin.  

Siyasetmedarên Rojava: Divê gelê Bakurê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê hişyar be
17 mijdar, 2018   06:11

BÊRÎTAN MEDUSA – SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di encama berxwedana şervanên QSD’ê de li bakurê Sûriye û rojavayê Kurdistanê şikestin, dewleta Tirk a dagirker êrîşî herêmê kir. Siyasetmedarên rojavayê Kurdistanê Ebdulhelîm Silêman û Ebdulwehap Qasim êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rojhilatê Firatê û rojavayê Kurdistanê nirxandin.

Siyasetmedar Ebdulwehap Qasim ku ev 37 sal e bi erkên cuda di qada siyasî ya Sûriyeyê de cih digire, nêrîn û çavdêriyên xwe yên li ser êrîşên dewleta Tirk ji ajansa me re parve kirin. Ebdulwehap got eger ew êrîşên dewleta Tirk binirxînin divê balê bikişînin ser dîroka êrîşan û wiha dewam kir: “Çima 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê? Ev dîrok roja ku hêzên Kurd bi berxwedaneke mezin li hember DAIŞ’ê sekinîne. Vê berxwedanê wisan kir ku hemû cîhan li kêleka vê berxwedanê bisekine. Ev projeya ku hêzên berxwedanê ji bo Rojhilata Navîn danîn, herî zêde xetere li ser berjewendiyên Tirkiyeyê çêkirin. Vê berxwedanê xeyalên Împaratoriya Osmanî ku rêveberiya wê Erdogan dike, şikandin. Berdewama vê berxwedanê li Minbic, Reqa û gelek cihên Bakurê Sûriyeyê planên Erdogan rûxandin. Tirkiyeyê ev berxwedan xeternak dît, heta bi Rûsyayê re jî hevkarî kir. Lewma jî êrîşî cihê derketina vê berxwedanê dike. Lê ew jî baş dizane ku nikare xeta NATO’yê berde û li gel Rûsyayê be. Erdogan bi vê hevkariyê xwest ji Amerîkayê re bibêje ew dê ji bo projeya xwe ya li ser Sûriyeyê muhtacî Tirkiyeyê be.”

‘Êrîşên dewleta Tirk rasterast bandorê li şerê li dijî DAIŞ’ê dikin’

Endamê komîteya herêmî yê Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê yê Serêkaniyê Ebdulhelîm Silêman diyar kir ku ev êrîş bêguman dema ku DAIŞ li Sûriyeyê ber bi tunebûnê ve diçe, pêk tên û wiha got: “QSD’ê ji bo tunebûna terorê li herêmê, xebatên pir girîng kirin. Li gor fikrê faşîst ê dewleta Tirk, her tim proje û hebûna Kurdan xetereyeke mezin tîne holê. Ji ber wê jî dewleta Tirk her tim hincetan çêdike da ku êrîşî Kurdan bike. Armanca van êrîşên ku niha li ser rojhilatê Firatê tên kirin jî, ji bo şervanên QSD’ê destkeftiyên mezin bi dest nexin û paşketina şerê li hemberî DAIŞ’ê ye. Ev rewş rasterast bandorê li şerê li hember DAIŞ’ê dike.”

Ebdulhelîm bal kişand ser ku di serî de bêdengiya Amerîkayê û hêzên navneteweyî yên der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de û wiha axivî: “Amerîka di çarçoveya NATO’yê de bi Tirkiyeyê re hevpeyman e. Her wiha li gel QSD’ê jî li herêmê hevpeymana wan heye. Amerîka li vir di nava du hevpeymanan de maye. Heta niha hêzên Rojava û Bakurê Sûriyeyê destwerdana axa Tirkiyeyê nekiriye, bêdengiya Amerîkayê li hemberî van êrîşan nayê pejirandin.”

‘Tirkiye dixwaze hin tiştên din ji koalîsyonê bistîne’

Ebdulhelîm destnîşan kir ku di serê şerê li Sûriyeyê de di hedefa Tirkiyeyê de cihên wekî Efrîn, Heleb, Idlib hene û wiha dewam kir: “Cihê ku dewleta Tirk digihîjê, hewl dide bike Tirk. Niha Efrîn ji bo vê mînak e. Niha li Efrînê dixwaze ax, gel û hebûna wê xirab bike. Diyar e dê Tirkiye hîn jî zextê li koalîsyonê bike da ku hinek tiştên din bistîne. Niha dibe ku li gel Tirkiyeyê jî hinek peymanên ku nayên zanîn, danîbin. Hêzên navneteweyî jî li her çar parçeyên Kurdistanê ne bi pîvanên mirovî, ji bo berjewendiyên xwe tev digerin.”  

 ‘Wan hêvî nedikir ku projeya Sûriyeya demokratîk bi ser bikeve’

Silêman projeya Sûriyeya demokratîk a ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye danîn û dijberiya Tirkiyeyê bi vê projeyê re wiha nirxand: “Di destpêka projeya Sûriyeya demokratîk de gelek aliyan dihizirî ku ev proje bi ser nakeve, lê di demdirêjiyê de diyar bû ku gelê Bakurê Sûriyeyê bû yek û bi hev re welatê xwe parast. Ev jiyana demokratîk xetereyeke mezin li ser fikrên dîktatorî yên Erdogan çêkir.”

Ebdulhelîm Silêman destnîşan kir ku plana dîktatorî ya Tirkiyeyê li hember projeya demokratîk bi bin ket û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Lê divê gelê Bakurê Sûriyeyê li dijî hemû hewldanên dagirkeriyê hişyar û amade be. Divê civaka me jî di gel şervanên xwe ji bo berdewama vê berxwedanê cih bigire. Ji ber ku ji mafê me ye ku em welatê xwe biparêzin û li mafên xwe xwedî derkevin.”

ANHA