Jinên Reqayê çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan didomînin

Rêveberiya Jinan a Reqayê 2 civînên ji hev cuda, ji jinên herêmên El-Kerame û El-Cedîde yên rojhilatê Reqayê re li dar xistin.

Jinên Reqayê çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan didomînin
Jinên Reqayê çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan didomînin
Jinên Reqayê çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan didomînin
Jinên Reqayê çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan didomînin
Jinên Reqayê çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan didomînin
15 mijdar, 2018   11:17

REQA

Rêveberiya Jinan a Reqayê çalakiyên xwe bi rasthatina Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan re dewam dikin. Der barê wê de rêveberiyê bi dirûşmeya "Jinên Reqayê ji qefesa koletiyê ber bi azadiyê ve" du civînên ji hev cuda ji jinên herêmên El-Kerame û El-Cedîde yên rojhilatê Reqayê re li dar xistin. Di her du civînan de bi dehan jinên herêmê beşdar bûn.

Di her du civînan de endamên Rêveberiya Jinan li bajarê Reqayê Meryem El-Ebo û Xewle El-Îsa cureyên şîdetê şîrove kirin.

Xewle û Meryem nîşaneyên şîdetê ku rastî hemû jinên cîhanê û jinên Reqayê tên, bi taybet ku çeteyên DAIŞ`ê pêk dianîn, şermezar kirin. Piştî ku her du civîn bi dawî bûn, jinan pirs der barê şîdetê û çawaniya parastina ji wê de kirin.

Di hevpeyvînekê de ku ajansa me bi gelek jinan re pêk anî, jinan da zanîn ku divê hemû jin li hember şîdeta li ser wan rabin ser pêyan.

Endama Rêveberiya Jinan li Reqayê Cûmane El-Ehmed wiha got: "Divê jin ji bo azadiya xwe rabin ser pêyan û mafê xwe ku ji destên wê hatin girtin, vegerîne. Ji ber ku em wek jinên Reqayê, me gelekî êş ji çeteyên DAIŞ`ê kişandin."

Endama Dîwana Meclisa El-Cedîde Lîlas El-Xelef jî wiha axivî: "Çeteyên DAIŞ`ê ku herêmên me dagir kirin, dixwest rola jinên herêmê binpê bike, ji bo wê divê em rola xwe di avakirina jiyaneke azad de bizanin."

Endama Mala Jinan li Dêrazorê Mîrfet Emîn jî wiha lê zêde kir: "Piştî ku QSD`ê bakur û rojhilatê Sûriyeyê rizgar kirin, jin di aliyê psîkolojîk de gihîştin aramiyê ji ber ku çeteyan hemû cureyên şîdetê der heqê jinên herêmê de pêk dianîn."

(jo)

ANHA