Wezîrê Sûriyeyê: Tirkiye li gorî peymana Idlibê tev nagere

Li gorî malpera Nastional a Îmarata Erebî wezîrê qaşo lihevanînê yê hikumeta Sûriyeyê Elî Heyder Tirkiye tawanbar kir ku peymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de li ser Idlibê ku Îlonê hate ragihandin, xira dike.

Wezîrê Sûriyeyê: Tirkiye li gorî peymana Idlibê tev nagere
15 mijdar, 2018   10:59

NAVENDA NÛÇEYAN

17`ê Îlona derbasbûyî di navbera Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyîp Erdogan de li ser herêma bêçek civînek pêk hat. Li gorî pîvanên peymanê ku divê hemû çekên giran ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên Tirkiyeyê de heta 10`ê Cotemehê bihatana derxistin û paşê hemû çete heta 15’ê heman mehê ji wê derê bihatana derxistin. Lê peyman heta niha pêk nehatiye û topbaran di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên Tirkiyeyê de dewam dike.

Di vê çarçoveyê de wezîrê qaşo lihevanînê yê rêjîma Sûriyeyê Elî Heyder di parlementoya rêjîma Sûriyeyê de wiha axivî: "Tevî ku karê leşkerî hate taloqkirin, çareseriya siyasî li Idlibê hatiye rawestandin. Ji ber ku Tirkiye heta niha li gorî peymana Soçiyê erka xwe pêk neaniye."

Heyder got ew tu carî li ser lihevanînê û pêkanîna peymanan naaxivin. Her wiha Heyder komên çete li Idlibê yên alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin, tawanbar kir ku li gorî peymanê tev nagerin.

Ji aliyekî din ve jî serokê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan Sûriyeyê Ramî Abdulrehman ji ajansa France Press re diyar kir ku di hefteya derbasbûyî de ji destpêka ku herêma bêçek hatiye diyarkirin ve kuştinên herî zêde çêbûne.

Rêjîma Sûriyeyê soz daye ku dê Idlibê ku niha di bin dagirkeriya komên çete yên Tirkiyeyê de ye, ji wan Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) careke din bixin bin serweriya xwe.

(bx)