'Dibe ku Amerîka ji ber fûzeyên S-400 Tirkiyê ceza bike'

Malpera Birêtanî Zero Hedge diyar kir ku dibe Amerîka Tirkiyê ceza bike ji ber ku sîstema fûzeyan a S-400 ku Tirkiyê ji Rûsyayê kirîne balefirên Amerîka yên F-35 dixe xeteriyê.

'Dibe ku Amerîka ji ber fûzeyên S-400 Tirkiyê ceza bike'
15 mijdar, 2018   10:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Birêtanî Zero Hedge diyar kir ku rayedarên Tirk dubare israr kirin ku kirîna Enqere ya sîstema fûzeyan S-400 ku ji Rûsya kirîne xeteriyê li ser balefirên Amerîka çênake. Her wiha da zanîn ku Wezîrê Parastina Tirkiyê di meha borî de ragihand ku Tirkiyê dê di cotmeha 2019'an de dest bi wergirtina fûzeyên S-400 bike.

Malperê li ser navê dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê ragihand ku çavkaniyekî paya bilind li Waşintonê piştrast kir ku Amerîka hêjî sîstema fûzeyan a S-400 weke xeteriyekê li ser balefirên xwe F-35 dibîne û dibe Waşinton ji ber vê yekê Enqereyê ceza bike.

Li gorî heman çavkanî bicihkirina sîstema fûzeyan a S-400 li herêmên ku divê balefirên F-35 têde bifirin xeteriyeke mezin e.

Waşintonê beriya niha Çîn ceza kir ji ber ku fûzeyên S-400 û balefirên Su-35 ji Rûsya kirîne.

Sîstema fûzeyan a S-400 ya herî pêşketî di nava çekên Rûsyayê de ye.