‘Ji bo rêgirtina li pêşiya tundiyê, em di aliyê fikrî de xwe bi pêş ve dibin’

Şêniyên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne, destnîşan kir ku sedema sereke ya tundiya li dijî jinan, zîhniyeta mêrdestiyê ye ku pergalên zordestiyê pêk anîne û anî ziman ku ew ê ji bo rêgirtina li pêşiya tundiyê xebatên xwe berfireh bikin.

‘Ji bo rêgirtina li pêşiya tundiyê, em di aliyê fikrî de xwe bi pêş ve dibin’
15 mijdar, 2018   06:43

TOLÎN HESEN / ŞEHBA

Bi rasthatina Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan, ajansa me nêrînên welatiyên Şehbayê girtin. Nêrînên zilaman der barê tundiya li ser jinan de wiha ne.

Mihemed Ekaş: Di dema ku em tê de mezin dibûn, tundiya li ser jinan bi rengekî mezin dihat meşandin. Ev vedigere şaşiyên civakî. Yanî perwerdekirina zarokan li ser bingeha zîhniyeta mêrdestiyê ku jin tenê wek amûr dihesibandin.

Piştî me şaşiyên xwe nas kirin, em ê yekser li hemberî tundiyê bisekinin û nifşên pêşerojê li ser bingeha wekheviyê perwerde bikin. Di mezinkirina zarokan de em ê rêgeza wekheviyê pêk bînin.

Yasir Şêxo: Me nizanibû ku em tundiyê li dijî jinan bi kar tînin. Ji ber ku zîhniyeta mêrdestiyê di hişê me û civakê de hatiye çandin. Ji bo avakirina civakeke zana, divê tundiya di nav malan de bi dawî bikin û em nifşê nû li ser wê bingehê mezin bikin.

Seydo Seydo: Wekheviya jin û mêran ji malê dest pê dike. Eger em bixwazin tundiyê bi dawî bikin, divê destpêkê em rêgeza wekheviyê di navbera endamên malbatê de pêk bînin. Divê zilam tundiyê li dijî jinan bi dawî bikin û wekheviyê di navbera her du cinsan de pêk bînin.

(şx)

ANHA