Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Di navbera hêzên rêjîmê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê de li devera ku weke "bê-çek" bi nav dikin şer berdewam e. Serokwezîrê Lubnanê berpirsyariya astengkirina avakirina hikûmeta Lubnanê xist ser milê Hizubllah.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
14 mijdar, 2018   12:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên herêmê kirin. Rojnameyan behsa binpêkirinên hevpeymana Rûsya û Tirkiyê ya girêdayî Idlibê kirin û bal kişandin ser rewşa avakirina hikûmeta Lubnanê û rewşa Filistînê û hewldanên Tirkiyê ya sûdwergirtina ji kuştina Xaşiqçî û hin mijarên din ên herêmê.

Şerq El-Ewsat: Li devera bê-çek a Idlibê dîsa şer derket

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa şerê di navbera hêzên rêjîmê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê de li Idlibê kir û diyar kir li eniyên şer ên parêzgeha Idlib û Hemayê şer dijwar bûye.

Rojnameyê ragihand ku fermandarekî leşkerî yê Eniya Niştimanî ya Rizgariyê ya opozîsyonê ji ajanseke nûçeyan a Almaniyayê re diyar kiriye ku hêzên rêjîma Sûriyê bi çekên giran gelek deverên gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin û tabûrên opozîsyonê jî bersiva topbarana rêjîmê daye. Niha jî li deverên gundewarê başûrê Idlibê şer di navbera herdu aliyan de berdewam e.

Rojanmeyê behsa rewşa li bajarê Cerablûsê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye kir û wiha got: "Welatiyên bajarê Cerablusê gelek riyên sereke yên bajêr teker şewitandin û rê girtin. Welatiyan nerazîbûna xwe ji ber têkçûna rewşa ewlehî li bajêr nîşan dan. Her wiha bang li hemû hêzên leşkerî kirin ku ji bajêr derbikevin."

El-Qudis El-Erebî: rojnameyeke Rûsî; Îmarat danûstandinê bi Şamê re dike da ku dîplomasiya xwe vegerîne.

Rojnameya El-Qudis El-Erebî behsa gotareke rojnameyeke Rûsî kir  û diyar kir ku dewletên kendavê gengeşeyên xwe der barê rewabêna Beşar El-Esed bi dawî kirine û dê têkliyên xwe yên dîplomasî bi Şamê re vegerînin.

Şerq El-Ewsat: Ewropa li rêbaza xerickirina pereyên xwe ji bo alîkariya koçberên Sûriyê li Tirkiyê dipirse.

Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku dîwana jimarkeriyê ya Ewropa eşkere kir ku tevliheviyek der barê bikaranîna pereyên Ewropa ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve derketiye ku ji bo alîkariya bi koçberan re hatine veqedantin, nemaze piştî ku Enqere razî nebû ku lîsteya navên ku sûd ji alîkariyên Ewropa werdigirin radestî Ewropa bike. Tirkiye jî xwe bi qanûna parastina agahiyan diparêze. Her wiha di raporekê de hate gotin ku pereyên Ewropa ji bo koçberên Sûriyê dane Tirkiyê li gorî hevpeymana 2016'an armacên xwe pêk neanîne.

Lubnan

Der barê çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Lubnanê de jî rojnameya El-Ereb behsa astengiyên rastî avakirina hikûmetê tên kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "El-Herîrî razînabe wezaretekê radestî Sunniyên Hizbullah bike".

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Heyat behsa xebatên Misrê û navnetewî ji bo pêkanîna agirbesta li Xezayê pêk bîne kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Navbênkariya Misrê rê li pêşiya dijwarbûna li Xezayê digire".

Tirkiye

Der barê doza kuştina rojnamevanê Siûdiyê Cemal Xaşiqçî de rojnameya El-Heyat diyar kir ku Tirkiye hewl dide ji kuştina Xaşiqçî sûd werbigire û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Waşinton; Tomarên deng îdîayên Tirkiyê ku mîrnişînê Siûdiyê bi kuştina Xaşiqçî ve girê dide, têk dibe."