Piştî 7 salan cara yekem pirtûkên dibistanan li şagirtên Tebqayê belav kirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê di nava kêfxweşiya şagirt û kadroyên perwerdeyê de, dest bi belavkirina pirtûkên dibistanan kir.

Piştî 7 salan cara yekem pirtûkên dibistanan li şagirtên Tebqayê belav kirin
Piştî 7 salan cara yekem pirtûkên dibistanan li şagirtên Tebqayê belav kirin
Piştî 7 salan cara yekem pirtûkên dibistanan li şagirtên Tebqayê belav kirin
Piştî 7 salan cara yekem pirtûkên dibistanan li şagirtên Tebqayê belav kirin
Piştî 7 salan cara yekem pirtûkên dibistanan li şagirtên Tebqayê belav kirin
Piştî 7 salan cara yekem pirtûkên dibistanan li şagirtên Tebqayê belav kirin
Piştî 7 salan cara yekem pirtûkên dibistanan li şagirtên Tebqayê belav kirin
14 mijdar, 2018   12:10

TEBQA

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayê Rêveberiya Sivîl a herêma Tebqayê bi alîkariya rêxistina UNICEF, 71 hezar pirtûkên fêrkirinê dabîn kirin.

Her setek ji çar pirtûkan pêk tê; zimanê erebî, îngilîzî, bîrkarî û zanyarî û radestî her zarokekî/ê dibe. Her wiha hevserokê rêveberiya dibistanan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Tebqayê Ehmed El-Ebo diyar kir hejmara şagirtan nêzî 70 hezarî ye, jê 25 hezar ji bajarê Tebqayê ne.Tenê di Tebqayê de 47 dibistan ji eslê 210 dibistanên herêmê hene û li tevahî herêmê 2 hezar mamoste wan dibistanan bi rê ve dibin.

Mamosteyê dibistana El-Cahêz a seretayî a ku dikeve rojhilatê bajêr, Îsmayîl Elî li ser girîngiya peydakirina pirtûkan axivî û wiha anî ziman: "Peydakirina pirtûkan astengiyên mezin, ji aliyê amadekirina waneyan ve ji ser milê me rakirin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Perwerde û Fêrkirinê di sala borî de dibistanên seretayî û yên navîn vekiribûn lê îsal ji bo her sê qonaxên xwendinê werin temamkirin, 2 refên (pol) amadehiyê jî vekirin.

ANHA