QSD`ê encamên Şerê Tinekirina Terorê eşkere kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê piştî ku hemleya Bagera Cizîrê ji nû ve hate destpêkirin, bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer eşkere kirin.

QSD`ê encamên Şerê Tinekirina Terorê eşkere kirin
14 mijdar, 2018   11:18

NAVENA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de hate destnîşankirin ku derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê hatine xistin û her wiha ji hêla Koalîsyona Navdewletî ve êrîş li dijî çeteyan pêk hatine. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“1-Eniya Hecînê: Hêzên me êrîşî gelek baregehên terorîstan (DAIŞ) kir. Li wê derê şer di navbera şervanên me û terorîstan de derket. Di encama wê de bi dehan terorîst hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Her wiha cenazeyên hinek terorîstan ketin destê şervanên me. Gelek çek û cebilxane ketin destê şervanên me. Bi dehan mayinên ku ji aliyê terorîstên DAIŞ`ê ve li herêmê hatibûn çandin, ji aliyê şervanên me ve hatin bêbandorkirin. Gelek tunel jî hatin rûxandin.

Her wiha balafirên Koalîsyona Navdewletî gelek derbe li dijî barrgehên terorîstan pêk anîn. Di encama wê de hejmarek ji terorîstan hatin kuştin. Çend baregehên ku terorîstan xwe tê vedişart, hatin rûxandin. Heta van kêliyan li wê eniyê şerên demkî didomin.

2-Encamên şer: 2 tunel, 3 kargehên çêkirina mayinan, 15 baregehên terorîstan û 4 embarên cebilxaneyê, 2 baregehên ku çeteyên biyanî xwe lê bi cih dikir, odeyeke çalakiyan, embarên cebilxaneyê hatin rûxandin û moşekek hate teqandin û her wiha navendeke serçeteyan jî hate rûxandin. Balafirên Koalîsyona Navdewletî 38 derbe pêk anîn. Her wiha gelek çek û cebilxane ketin destê şervanan.

(bx)