Projeyên jinan li Minbicê rewşa aboriyê geş dikin

Komîteya Jinan a girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê projeyên xwe ji bo pêşxistina aboriya jinan berdewam dikin.

Projeyên jinan li Minbicê rewşa aboriyê geş dikin
Projeyên jinan li Minbicê rewşa aboriyê geş dikin
Projeyên jinan li Minbicê rewşa aboriyê geş dikin
Projeyên jinan li Minbicê rewşa aboriyê geş dikin
Projeyên jinan li Minbicê rewşa aboriyê geş dikin
Projeyên jinan li Minbicê rewşa aboriyê geş dikin
14 mijdar, 2018   11:32

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Zîhniyeta baviksalar hemû civak dorpêç kiribû û jin ji karên pîşeyî û çandiniyê bê par hiştibûn û bi vî awayî jin ji qada aboriyê dûr xistibûn. Lê şoreşa Rojava ku wek şoreşa jinan tê naskirin, roleke mezin di hemû aliyên jiyanê û taybet aboriyê de lîst. Jinên bajarê Minbicê jî di vî warî de bi rola xwe rabûn, bi taybet piştî ku bajarê wan ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin.

Komîteya Jinan a girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li bajarê Minbicê û gundên wê dest bi vekirina gelek projeyan kir. Di nav van projeyan de projeya kargeha dirûnê ku bi navê Şehîd Sekîne Eseliyê hate vekirin, komîteyê amadekariyê di vê hefteyê de bi dawî kir.

Di kargehê de 25 jin rojê 7 seatan kar dikin, kar ji seat 8:00’ê sibehê dest pê dike û heta 15:00’an dewam dike. Li gorî berpirsên kargehê lêçûna kargehê gihîşt 10 milyonên Sûriyeyê.

Berpirsa kargehê Fatima Hemdo destnîşan kir ku amadekariyên vekirina kargehê di vê hefteyê de bi dawî bûn, karkeran dest bi kar kir û da zanîn ku di kargehê de gelek qadên pisporiyê hene û her kes li gorî pisporiya xwe karê xwe dike.

Berpirsa projeyê Fatima Hemdo diyar kir ku ev proje asta aboriya jinan bi pêş dixe û derfetên kar ji jinan re peyda dike.

Li aliyekî din karkera bi navê Fatima Hisên destnîşan kir ku ew li ser alava hebkê kar dike û  dibêje ku ev proje derfetên kar ji jinan re peyda dike ku asta aboriyê bilind bikin.

ANHA