Pêkhateyên Serêkaniyê li dijî dagirkeriyê li ser pêyan in

Pêkhateyên Serêkaniyê dagirkeriya dewleta Tirk bi meşekê şermezar kir û diyar kirin ku dane îspatkirin  hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê yên li dijî dagirkeriyê yekdest in û serî ji tu dagirkeran re natewînin.

Pêkhateyên Serêkaniyê li dijî dagirkeriyê li ser pêyan in
Pêkhateyên Serêkaniyê li dijî dagirkeriyê li ser pêyan in
Pêkhateyên Serêkaniyê li dijî dagirkeriyê li ser pêyan in
Pêkhateyên Serêkaniyê li dijî dagirkeriyê li ser pêyan in
Pêkhateyên Serêkaniyê li dijî dagirkeriyê li ser pêyan in
Pêkhateyên Serêkaniyê li dijî dagirkeriyê li ser pêyan in
Pêkhateyên Serêkaniyê li dijî dagirkeriyê li ser pêyan in
14 mijdar, 2018   11:16

HESEKÊ

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê bê hêz bûn, dewleta Tirk a dagirker êrîşî sîstema demokratîk a Bakurê Sûriyeyê kir. Îro hemû pêkhateyên Serêkaniyê û Zirganê li dijî dagirkeriyê daketin kolanan û bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” bersiv da êrîşên dewleta dagirker. Her wiha di meşê de biryara Amerîkayê ya dijî pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat şermezarkirin.

Gelê Serêkaniyê û Zirganê bi alên YPG/YPJ, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Murat Karayilan, Cemîl Bayik, Duran Kalkan, alên QSD’ê ji ber avahiya Mala Gel a Serêkaniyê, heta Çerxerêya Şehîdan meşiyan. Di meşê de pankartên “Em êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar dikin” û “Tevahiya gelê Kurd û gelên azadîxwaz ji dagirkeriya Erdogan re dibêjin NA” bal kişandin. Li Çerxerêya Şehîdan, meş sekinî û daxuyaniyek hate dayîn. Li ser navê gelê Serêkaniyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulrezaq Ehmed daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

“Bila dewleta Tirk baş bizane ku gelê Bakurê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe, ne li gorî ku ew difikirin ku em serê xwe ji bo wan daxin û hemû tiştên wan pêk bînin. Em gelek in ku me ji hemû cîhanê re îspat kiriye ku me ji tu desthilatdaran re serî netewandiye û em ji derveyî berxwedanê tu rêyên din hilnabijêrin. Me daye îspatkirin ku hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê yekdest in û serî ji tu dagirkeran re natewînin.

Em îro bi hemû pêkhateyên Serêkaniyê û navçeyên xwe piştgiriya xwe ji bo pêşengên ku rêya azadiyê û demokrasiyê ji me re ronî kirine, diyar dikin. Em ê têkoşîna xwe heta bidestxistina azadiya hemû gelan bidomînin. Em bang li DYA'ê dikin ku li pey dewleta Tirk a dijberê hêviyên gelên herêmê nemeşe û li rex gelên bindest û azadîxwaz bisekine."

ANHA