Pêkhateyên Tirbespiyê êrîşên dagirkeriya Tirk şemezar kirin

Hemû pêkhateyên navçeya Tirbespiyê êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo her sê sê pêşengên Tevgara Azadiya kurdistanê diyar kirin.

Pêkhateyên Tirbespiyê êrîşên dagirkeriya Tirk şemezar kirin
Pêkhateyên Tirbespiyê êrîşên dagirkeriya Tirk şemezar kirin
Pêkhateyên Tirbespiyê êrîşên dagirkeriya Tirk şemezar kirin
Pêkhateyên Tirbespiyê êrîşên dagirkeriya Tirk şemezar kirin
Pêkhateyên Tirbespiyê êrîşên dagirkeriya Tirk şemezar kirin
13 mijdar, 2018   15:24

QAMIŞLO

Biryara DYA'ê ya li dijî her sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Murad Karayilan de rastî narazîbûnên gelê Kurd û dostên gelê Kurd tên. Roj bi roj hêrsa gel zêde dibe û li piraniya bajarên Kurdistanê û cîhanê meş têne lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de, îro bi mebesta şermezarkirina biyara DYA'ê û êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên ser sînor, bi sedan ji pêkhateyên navçeya Tirbespiyê Kurd, Ereb û Suryan li ber avahiya Kongreya Star a navçeyê kom bûn û ji wir dest bi meşê kirin. Meşvan ber bi sûka navendî ve meşiyan.

‘Piştgiriya pêşengên Kurd erkek niştîmanî û exlaqî ye’

Hemû pêkhateyên navçeyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bankartên ku ev nivîs li ser hatibû nivîsand 'Piştgiriya pêşengên Kurd erkek niştîmanî û exlaqî ye', Biryara DYA'ê êrîşên dewleta Tirk ên mêtingeriyê rawa dike' û alên YPG,YPJ'ê hildan û di nav kolanên navçeyê de meşiyan. Her wiha şêniyan siloganên piştgiriya pêşengên Kurd û şermezarkirina biryarên DYA'ê berz kirin.

Meş li ber çerxereya Azadî veguherî mitîngê. Li vir bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Ebdulhelîm Hisên axivî û diyar kir ku biryara DAY'ê binpêkirinên Tirkiyê li herêmê ku çewsandina gelên herêmê dike hedef, rewa dike. Her wiha destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo azadiya hemû gelan û gelê Kurd têdikoşe.

Di dawiyê Ebdulhelîm got:"Em îro bi hemû pêkhateyên navçeyê piştgiriya xwe bi pêşengên ku riya azadiyê û demokrasiyê ji me re ronî kirine diyar dikin. Em ê têkoşîna xwe heta bi destxistina azadiya hemû gelan bidomînin. Em bang li DYA'ê dikin ku li pey dewleta Tirkiyê ya dijberê hêviyên gelên herêmê nemeşe û li rex gelên bindest û azadîxwaz bisekine."

(şx)

ANHA