Jinên Efrînê dest bi rêzeçalakiyên Roja 25`ê Mijdarê kirin

Kongreya Star bi wesîleya Roja Têkoşîna Şideta Li Dijî Jinê li gundê Babnisê civînek li dar xist. Di civînê de rola jinan di şikandina zihniyeta mêrdestiyê û avakirina civakeke demokratîk de hate destnîşankirin.

Jinên Efrînê dest bi rêzeçalakiyên Roja 25`ê Mijdarê kirin
Jinên Efrînê dest bi rêzeçalakiyên Roja 25`ê Mijdarê kirin
Jinên Efrînê dest bi rêzeçalakiyên Roja 25`ê Mijdarê kirin
Jinên Efrînê dest bi rêzeçalakiyên Roja 25`ê Mijdarê kirin
13 mijdar, 2018   15:35

ŞEHBA

Endama Koordînasyona Kongreya Star Cîhan Ismaîl sedema diyarkirina roja 25'ê Mijdarê weke Roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, cureyên tundiyê ku der heqê jinan de tê kirin û awayên rê li ber bê girtin ji beşdaran re şîrove kir.

Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Ehdas Gulê Mihemed axivî û armanca wan ji van civîna destnîşan kir û got: "Armanca me pênaskirina tundiyê bi jinan û şêwazên ku tên kirine. Divê jin rastiya şoreşa xwe ji bo azadiyê û têkoşîna wê li hember zihniyeta mêrdestiyê têbighêje."

Di berdewama gotinên xwe de Gulê destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tundiyê bi awayekî hovane der heqê jinan de li kantona Efrînê pêk tînin.

Her wiha Gulê diyar kir ku divê jin xwe perwerde bikin û fikrên xwe bi pêş bixin. Ji ber ku civak beyî azadiya jinan rizgar nabe.

Civîn bi guhdarkirina pirsên beşdaran têkildarî tundiyê û awayên bi dawîkirina wê bi dawî bû.

(şx)

ANHA