'Vegera QSD'ê ya şerê li dijî DAIŞ'ê dê bandorê li pêşeroja Sûriyeyê bike'

Al-Monitor diyar kir ku ji nû ve destpêkirina pêngava QSD'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, dê bandoreke mezin li guhertina şer di Sûriyeyê de bike û rola wê di diyarkirina helwest û nêrîna Amerîkayê ya pêşeroja Sûriyeyê de heye. Her wiha hate diyarkirin ku heke QSD tune be, şerê li dijî DAIŞ'ê jî tune ye ku karibe hêza çeteyan bişikîne û ji piraniya herêmên Sûriyeyê derxe.

'Vegera QSD'ê ya şerê li dijî DAIŞ'ê dê bandorê li pêşeroja Sûriyeyê bike'
13 mijdar, 2018   12:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Amerîkî Al-Monitor got ku QSD ku ji ber topbarana Tirkiyê şerê li dijî DAIŞ'ê rawestandibû, dîsa dest bi pêngava xwe ya leşkerî li dijî çeteyên DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê dike.

Al-Monitor behsa rola vegera QSD'ê ya şerê li dijî DAIŞ'ê kir û got ku dê bandorê li guhertina şer di Sûriyeyê de bike û dê bandorê li helwesta Amerîkayê ya der barê çareseriya aloziya Sûriyeyê de bike.

Al-Monitor destnîşan dike ku heke QSD tune be, şerê li dijî DAIŞ'ê jî tune ye. Kurdên Sûriyeyê beşekî sereke di nava QSD'ê de ne û hestîpiştê wê ya şerê li dijî DAIŞ'ê ne, tenê QSD dikare hêza çeteyên DAIŞ'ê bişikîne û gelek herêmên Sûriyeyê ji destên DAIŞ'ê rizgar bike.

Ji ber nakokiyên di navbera Tirkan û Kurdan de hişt ku plana Amerîkayê ya têkşikandina DAIŞ'ê li rojhilatê Sûriyeyê dereng bimîne.

Diyar e stratejiya Amerîkayê jî parçe bûye û soza serok Trump a şandina 2 hezar û 200 leşkerên Amerîkayê ji ber nerazîbûna Wezareta Karên Derve, Pentagon û şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Amerîkayê pêk nehat.